Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
- polîtîka
- 17:24 05/3/2018
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, êrîşa polîsan a duh li Enqere li dijî jinan bibîr xist û helwesta Serokwezîr Bînalî Yilidirim şermezar kir. Kesterecîoglu, diyar kir ku Yildirim di Kongreya Baskê Jinan a AKP'ê ya Muglayê de gotiye ‘Em tundiya li dijî jinan şermezar dikin. Destê dirêjî jinê dibin bişkên. Lê ger ku niyet ne rast be, pratîk jî hev nagire. Kerestecioglu, bal kişan ser bûyera Serêkaniyê û diyar kir ku rastî derket holê û heman lîstik li Efrînê jî tê lîstin.