• img

    Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe

    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan çalakiyên şermezarkirinê yên li Herêma Federal a Kurdistanê nirxand û ev tişt got: "Ji ber ku hikumet li gorî berjewendiyên komên piçûk tev digere, gel ev qebûl nekin. Heke daxwazên gel bên tepisandin, dê kaosa li herêmê hêj kûrtir bibe."

  • img

    'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?

    Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, têkildarî polîsê ku bi wesayitê zaroke 4 salî Umut. O. li Hezexê birîndar kir pirsname da meclîse û xwest serokwezîr bibersivîne. Tanrikulu diyar kir ku heta niha polis û leşkeran çend kes kuştine û birîndar kirine û der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin ya na.

  • img

    Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin

    Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadir Yildirim li Erdîşê axivî, diyar kir ku ew ê di 11'ê Sibatê de kongereya giştî li dar bixin û der barê tecrîda li ser Ocalan de ev tişt got: "Gotineke Birêz Ocalan hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ruhê wan ji derveyê tarîtiyê tiştekî nabîne û ji ronahiyê ditirsin, ji ber wê tecrîdê kûr dikin."

  • img

    Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide

    Wezîrê Karê Derve ê destpêkê yê AKP’ê yê berê Yaşar Yakiş, diyar kir ku ligel ku Tirkiye li cihê xwe yê bi ewle bi PKK’ê têkoşiya her roj agahiyên cenazeyan tên, dê li ciheke wekî Efrînê ku xwezaya wê nas nake, di mala kê de kê heye nizane, dê çawan karibe şer bike, ger şer bike jî dê zirarek mezin bibîne.

  • img

    'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne'

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Civata Giştî ya HDK'ê re peyam şand, diyar kir ku di serî de di Şoreşa Fransayê û Şoreşa Cotmehê de, gelên bindest careke din derketine ser dika dîrokê û got: "Em ê faşîzmê birûxînin û xeta azadiyê ava bikin." Fîgen Yuksekdag jî peyam şand diyar kir ku dê têkoşîna wekhev ji HDK'ê derkeve.

  • img

    Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye

    Hevberdevka Sazumankar a HDK'ê Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyam ji 8'emîn Lijneya HDK'ê re şand û got: "Pêdivîya me ji destpêkek nû û xut heye. HDK, navenda têkoşîna temokratîk a Tirkiye Kurdan e. Niha dem dema me ye. Divê em ji bo destpêkek nû em gavan bavêjin. Divê em li dijî îşkenceyê dengê xwe bilind bikin. Niqaşên civata HDK'ê ji bo rakirina tecrida teqez a li ser Ocalan bi dawî bibe û azadiya gelan gelek

  • img

    Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin

    Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu dî Lîjneya Gîştî ya HDK'ê de axivî, diyar kir ku ew ê di serdema nû de dibistanên HDK'ê ava bikin û naveroka komara demokratîk diyar bikin. Gulîstan Koçyîgît jî da zanîn ku ew ê Rojavaya xwe ava bikin.

  • img

    HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir

    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi şîara "Bi meclisan ber bi demokrasiyê û bi Komara Demokratîk ber bi azadiyê" 8'emîn Lijneya Giştî pêk anî. Civîn bi Tevlêbûna sedan delegeyên ji herêmê û Tirkiye hatin dest pê kir.

  • img

    Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm

    Parlamenterê HDP’a Rihayê Osman Baydemîr di kongreya rêxistina Bedlîsê, diyar kir ku bi rojane dibêjin ‘Fîlîstîn dibin dagirkiriyê deye’ û wiha got: "Temam ser çavan. Ma gelê Kurdistanê ne dibin dargirkeriyê deye? Ha qayûn ha ziqûm. Ev partiya ziqûmê ye.”

  • img

    Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin

    Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar ji bo peyva Kurdistan ku Osman Baydemir anî ziman û hat cezakirin meclis rexne kir û got: "Hûn dikarin Kurdistanê ji Erdogan bipirsin."

  • img

    Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be

    Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di Konferansa Rojhilata Navîn de axivî û got: “Her nêzîkatiyek ku kurdan di maseya Sûriyê de asteng bike, dê bibe sedema gûrkirina agir. Xizmetê ji aştiya Tirkiyeyê re jî nake. Tişta ji bo fars, ereb, tirk û tirkmenan caize divê ji bo kurdan jî ne heram be.”

  • img

    Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin

    Serokê Meclîsê ji bo parlamenterên HDP’ê yên girtî ku xwestin di hilbijartinên Serokatiya Meclîsê de deng bidin got: Em mesrefê nakin. Ew erka darazê ye."

  • img

    Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye

    Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr ji ber ku li Meclisê peyva "Kurdistan" anî ziman, "demborî" ji meclisê hat avêtin. Baydemîr diyar kir ku heke li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin, tişta anîn serê Şêx Seîd û hevrêyên wî bînin serê wî jî Kurdistan Kurdistan e, Kurdistan aha vêderê ye.

  • img

    Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî niqaşên li ser gotina "Kurdistan" a li meclîsê diyar kir ku bertekên li dijî "Kurdistan" înkara dîroka meclîsê ye. Bîlgen bertek nîşanî helwesa AKP'iyan jî da û xwest zehmet bikin li Nituka Serokatiya Meclisê mêze bikin. Qet nebin bila tenê li gotinên Erdogan ên borî binerin. Dê peyva Kurdistanê bibînin."

  • img

    Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite

    Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu li ser butçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê li Meclisê mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Di butçeyê de bi vekirî hatiye dîtin, hikumet ne ji bo jinan ji bo şer xebitiye." Kerestecîoglu li ser nîqaşên "Kurdistanê" jî axivî û aşkera kir ku tişta ku welat barçe bike ne têgehên erdnîgarî û dîrokê ne, şidet û cudakarî ye.

LÊGERÎN