Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
- polîtîka
- 13:53 08/3/2023
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku di hevkêşeyeke bêyî HDP’ê de rêya demokrasiyê venabe û wiha got: “Em ne partiyeke wisa ne ku li pey kursiya wezîrtiyê bikevin û bazariya wan bikin. Me heta niha bazariyên wiha nekir û dê sibe jî nekin.”