Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
- polîtîka
- 12:54 01/8/2022
Rapora Komîsyona Têkel a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz hatiye amadekirin, pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.
Rapora Komîsyona Têkel a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz hatiye amadekirin, pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku kurd wê li dijî îktidara AKP’ê serê xwe netewînin û got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd bi muzakereya bi Ocalan re pêkan e. Ji bilî wî tu sazî, dezgeh, kes û partî ne muxatab e.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku polîtîkaya tunehesibandina kurdan a sed salî bi saya gelê kurd vala hatiye derxistin û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê bûye mînak. Hemû kes bi hêvî û baweriyeke mezin li têkoşîna gelê kurd dinihêre.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re hevdîtin kir.
Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, biryarên ku piştî binçavkirina endamên meclisê yên HDP'î duh li Meclisa Şaredariya Akdenîz hatin girtin bir rojeva meclisê.
HDP’ê kitekitên mitînga 7’ê tebaxê ku dê li Kartalê li dar bixe aşkera kir û wiha got: “Em ê bi mitîngê re bibêjin ‘çareserî em in’ û dê ji siyaseta şer û înkarê ya desthilatdariyê re bibêjin ‘bes e.’”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel bal kişand ser Komkujiya Zaxoyê û wiha got: “Dê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê bidomin.”
Parlamentera Partiya Çep a Elman Gokay Akbulut bi armanca piştevaniya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a ku biryara rakirina parêzbendiya wê hat dayîn, serdana DBP’ê kir.
HDP bi mebesta mitîngên li Amed û Stenbolê ku dê bi dirûşma “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” ji sibê ve dest bi amadekariyan dike.
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku têkildarî girtina zava û ferdên malbata wî pêşniyazpirsa dabû Serokatiya Meclisê lê hat zivirandin.
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji wezîrê karên hundir Suleyman Soylu pirsiya bê ka darên li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên li Şirnexê pirsgirêkeke ewlekariyê ya çawa çê dike.
Di komiyona ku ji bo Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz de civiya rageşî derket. Xwestin rojnamevanan derxin. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşan da û got bloka AKP-MHP’ê dixwaze li ser parêzbendiyan darbeye berdewam bike û zîhniyeta darbeya siyasî niha di civînê de ye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wek darbeya li dijî îradeya gel nirxand û vê bangê li îktidarê kir: “Dest ji darbeyê berdin.”
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Mahfuz Guleryuz têkildarî êrişek muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava bang li muxalefetê kir û got: “Bi awayek eşkere, wêrekî li dijî vê dagirkeriyê derkevin.”
Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina di bin navê “restorasyonê” de li Birca Belek a 6 hezar salî tê kirin de bir rojeva Meclisê.