Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir

  • ciwan
  • 14:59 2 Îlon 2020
  • |
img
AMED – Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal ragihand ku wan kampanyaya “Bikeve tevgerê” a li dijî êrişên îqtîdarê dema wê dirêj kirine û xwest ciwan piştevaniyê bidin kampanya wan. 
 
Meclîsa Ciwanan HDP’ê di 1’ê Hezîranê de kampanya “Em hemû bi hev re bikevin  tevgerê” dabû destpêkirin. Meclîsa Ciwanan biryar girt ku wan kampanya xwe dirêj kiriye û têkildarî dirêjkirina kampanyayê li hewşa Rêxistian HDP’ê ya Navçeya Peyasa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan avahî dorpêç kir. 
 
Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal daxuyanî da û diyar kir ku li dijî her cûre êrişên îqtîdarê yên li ser endam, gel û partiya wan ew bi berxwedanê aştiyek bi rûmet kirine armanca xwe û got: “Niha tam jî wextê em bikevin tevgerê ye.” 
 
‘CIWAN DI HEDEFA ÎQTÎDARÊ DE NE’ 
 
Unsal da zanîn ku AKP û MHP dixwazin nirxên civakî ji holê rekin û herî zêde jî ciwan dibin hedefa êrişên îqtîdarê û her roja ku diçe êrişên cuda pêk tên. Unsal got îqtîdar bi rêbazê şerê taybet bi ser ciwanan û civakê ve diçe û dixwaze ciwan kar û xebatê nekin. Unsal anî ziman ku di demên dawî êriş, polîtîkay zext û lêferzkirina sîxûriyê li ser endamên wan zêde bûye û 4 hevalên wan hatine revandin û gef li wan hatine xwarin. Unsal got ev polîtîkayên heyî dişibin polîtîkayên salên 1990’î û lê wê tu êriş nikaribin îradeya wan bişkînin. Unsal destnîşan kir ku ew bi pêşengiya ciwanên kurd kampanyaya xwe ya “Bikeve tevgerê” dirêj dikin û dê xebatên xwe di vê çarçoveyê de birêve bibin. Unsal ji bo mezinkirina kampanyayê bann li ciwanan kir ku piştevaniyê bidin kampanya wan û ew ji ciwanan re dibêjin “Werin em bikevin tevgerê.”