Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek

  • ciwan
  • 10:33 4 Îlon 2020
  • |
img
AMED – Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal ji bo kampanya “bikeve tevgerê” bang li ciwanan kir ku li derdora kampanya wan bibin xelek. 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ragihand ku wan kampanya xwe “Em hemû bi hev re bikevin tevgerê” di 1’ê Hezîranê de dane destpêkirin 3 mehên din jî dirêj kirine. Berdekvka  Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal derarê biryara dirêjkirina kampanyayê de axivî û diyar kir ku wan pêngava “bikeve tevgerê” li dijî zextên îqtîdara AKP-MHP’ê dirêj kirine û ew dixwazin ciwanan li dijî polîtîkayên qirêj birêxistin bikin û bixin tevgerê da ku refleksa wan a civakî xurt bibe. 
 
DIXWAZIN QADA SIYASETA DEMOKRATÎK XURT BIKIN 
 
Unsal da zanîn ku ew dixwazin bi vê pêngavê ji bo ciwanan qadên alternatîf biafirînin û bixin tevgerê û wan di sê mehên li pey xwe hiştin de gelek rêzeçalakî li dar xistin. Unsal got ji bo ew wê dînamîkbûn û refleksa ciwanan bînin gel hev wan biryar daye ku kampanyaya xwe dirêj bikin û dê pêngava xwe bi ruhek germtir bidomînin. Unsal diyar kir ku yek ji armancên ciwanên HDP’ê ew e ku qada siyaseta demokratîk xurt bikin û ew di heman demê de bi vê kapmanyayê plansaziya dê bersiva êrişên li ser partiya wan û endamên wan bidin. 
 
BANG LI CIWANAN KIR 
 
Unsal bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha got: “Nemaze dixwazin polîtîkaya şer li ser ciwanên kurd birêve bibin. Di van polîtîkayên taybet de revandin, binçavkirin û ferzkirina sîxûriyê pêk tînin. Dema em lê dinêrin tenê di hedefa wan de ciwanên kurd hene. Çima? Ji ber ku ciwanên kurd di ferqa nasnameya xwe de ne loma dibin armanca şerê taybet. Dixwazin xebatên me û partiya îlegalîze bikin. Lê em ê tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê em hemû ciwanên di ferqa polîtîkayên destdirêjî, şerê taybet û tecrîdê de ne vedixwînin ku li dora Ciwanên HDP’ê û kampanya me bibin xelek.”