Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • ciwan
  • 15:24 4 Îlon 2020
  • |
img
 
STENBOL - Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinên di demên dawî de zêde bûn dan û diyar kirin ku tevî hemû zextan jî, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
Hêzên Şoreşgerên Ciwan (Dev-Güç), Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG), Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) û Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê  li Taxa Sarigazî ya girêdayî navçeya Sancaktepe daxuyanî bidin, lê polîsan mudaxileyî wan kirin û 17 ciwan bi lêdanê binçav kirin. Rêxistinên ciwana derbarê bûyerê de daxuyanî dan çapemeniyê û bertek nîşan dan. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê hat dayîn. Endam û nûnerên rêxistinên ciwanan û parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Berxwedan heye, teslimiyet tuneye! Wê binçavkirin û zext nekarin me têk bibin” di daxuyaniyê de hat vekirin.    
 
ÎŞKENCE VEGOT
 
Endamê YDG’ê Volkan Atmaca yê di mudaxileya polîsan de hatibû binçavkirin, tiştên jiyan vegotin. Atmaca, diyar kir ku polîsan bi saetan bi awayekê keyfî ew dibin çavan de girtin û wiha axivî: “Îşkence bi me kirin. Lê bila baş bê zanîn ku emê tevî hemû êrîşan jî têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
‘EM Ê JI BO AŞTIYÊ HELBESTÊN ŞOREŞÊ BÊJIN’
 
Endama Dev-Guç Esra Can jî anî ziman ku ew weke rêxistinên ciwanan nêzî heftiyekê li dijî şerê di navbera gelan de derketin û wiha axivî: “Em li dijî şerê li hemberî gelê kurd derketin. Em her tim li dijî şeran derkevin. Emê ji bo aştiyê helbestên şoreşê bêjin. Dema ku me xwest di şeva 1’ê Îlonê de li ser Rêya Sarigazî daxuyanî bidin, polîsan mudaxileyî me kirin. Polîsên ku hatin cihê bûyer, 17 hevalên me bi lêdan û îşkencê binçav kirin. Dibin çavan de îşkence bi hevalên me kirin. Ev êrîş ne takekesiye. Ev êrîş li dijî tevgerên ciwanên şoreşger û têkoşîna gelê kurd e.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’
 
Can, bal kişand ser faşîzma mezin dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji vê derê em carek din bang dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê bilind bikin. Tevî hemû zextan jî, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû jî, diyar kir ku ewê heya dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna ciwanan û xwest ciwan ji zextan bi bandor nebin.
 
Piştî daxuyaniyê, ciwanên dibin çavan de hatibûn îşkencekirin, serî li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dan.