Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin

  • ciwan
  • 15:05 7 Îlon 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Dihok, Zaxo û bi taybet jî Şêladizê ciwan ji ber girtin, binçavkirin û zextên PDK’ê welat terk dikin û berê xwe didin welatên Ewropayê. Hat diyar kirin ku tenê li Şeladizê heta niha 45 ciwan ketine ser rêyên koçberiyê.
 
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, li Herêma Kurdistanê piştî nerazîbûnên li dijî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê û rexnekirina helwesta PDK’ê, zextên li ser welatiyan û bi taybet jî ciwanan zêdetir bûne. Di xwepêşandan û nerazîbûnên ku di meha Tebaxê de li Zaxo, Dihok û Şeladizê rû dan de nêzî 100 kesî hatin girtin û piraniya wan jî hîn girtî ne. Ji bilî girtinan, li tevahiya herêmê hêzên asayîş û pêşmergeyan hatin zêdekirin. Vê yekê jî jiyana welatiyan gelekî tengav kiriye. Lewma gelek ciwan ji ber zextan berê xwe didin Ewropayê.
 
Kesekê nexwest navê xwe bide û gelek xizmên wî ji ber zextan berê xwe dan Ewropayê derbarê mijarê de agahî da û wiha got: "Di nava mehekî de tenê ji Şêladizê 45 ciwan ji bo derbasî Ewropa bibin, ber bi Yewnanîstanê ve ketin rê.”
 
Têkildarî hejmara ciwanên ji Zaxo û Dihokê derketine jî, tu agahiyeke zelal nehat bi dest xistin, lê hate ragihandin ku hejmara kesên koçber dibin her ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyan ciwanên ji herêmê derketin, niha gihîştine sînorê Yewnanîstan ê.