Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 15:33 22 Adar 2021
  • |
img
KONYA - Li gundê Golyazi ya Konyayê, 11 ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin.
 
Li gundê Golyazi ya girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, ciwanan duh bi şev agirê Newrozê pê xistin. Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin, ji aliyê yekineyên eskerî ve hatin astengkirin. Eskerên ku ciwan asteng kirin, 11 ciwan binçav kirin.
 
11 ciwanên ku sedema binçavkirina weke pîrozkirina Newrozê hat nîşandan, piştî li Qereqola Golyazî îfade dan, sewqî Miduriyeta Polîsan a Cîhanbeyliyê hatin kirin. Hat diyarkirin ku ciwanan wê îro bibin Miduriyeta Polîsan a Konyayê. Hat destnîşan kirin ku biryara 4 roj binçavkirinê û qedexeya hevdîtina parêzeran ji bo ciwanan hatiye dayîn. 
 
Navê ciwanên hatin binçavkirin wihane: “Muhammed Devecî, Hamît Karayel, Haci Karagoz, Huseyîn Apaydin, Mehmet Altûntaş, Hasan Biçakçi, Fîkret Aydin, Bunyamîn Havûtçû, Denîz Yildiz, Hasan Onat û Îsmaîl Yildirmpinar.” 
 
Hat ragihandin ku di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene.