Jina ciwan a ducanî hat kuştin

  • ciwan
  • 09:57 27 Adar 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Li Îzmîrê jina ciwan a ducanî bû hat kuştin. 

Li taxa Guney a navçeya Konaka Îzmîrê Sezen Unlu (17) ku ducaniya wê 5 mehî ye li kuçeyê ji aliyê hevjînê xwe Anli Y. (24) ve bi derbên kêrê hat kuştin. Kujer ji cihê bûyerê reviya. Welatiyên derdorê agahî da tîmên tenduristiyê û polîsan. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê mudaxileyî Unlu kirin û pişt re rakirin nexweşxaneyê. Unlu ya ducanî li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin. 
 
Piştî lêkolîna dozgeriyê cenaze rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û kujer Anil Y. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan.