Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin

  • ciwan
  • 16:56 30 Adar 2021
  • |
img
AMED - Hat diyarkirin ku polîsan duh endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Aksûcû li erebeya polîsan siwar kirine û sîxûrtî lê ferz kirine. Ciwanên HDP’î bertek nîşanî vê sepanê dan. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê endamê xwe Çekdar Aksûcû yê polîsan duh bi şev bi darê zorê li erebeyê siwar kirin û sîxûrtî lê ferz kirin de li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Peyasê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û gelek endamên Meclîsa Ciwanan beşdarî daxuyaniyê bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Wê têkoşîna azadiyê bidome, hêzên tarî biçin em ê bi ser bikevin" vekirin. 
 
‘WÊZÎRÊ KARÊN HUNDIR BERPIRSYAR E’
 
Parlementera HDP’ê Dersîm Dag ewilî axivî û bi bîr xist ku van rojên dawî endamên wan yek bi yek tên şopandin û wiha got: “Di vê pêvajoya dawî de bi dehan endamên me hatin revandin û îşkence li wan hat kirin. Li gel serlêdanên ÎHD’ê, pîlaqeyên erebeyên di destê wan de û qeydên dîmenan hene jî derbarê kesên ciwanan di revînin de tenê dosyayek an dozek nehatiye vekirin.” Dag anî ziman ku bi revandin û ferzkirna sîxurtiyê nikarin paşve gavê bi ciwanan bidin avêtin û wiha axivî: “Kî li pişt van hêzên tarî ye. Berpirsyarê her ciwanekî ku tê revandin Wezîrê Karên Hûndir û ev desthilat e. Em dixwazin kesên hevalên me revandin demildest bên dîtin û darizandin. Heke armanç çok danîn be, ev ciwan ne li dijî desthilatê ne jî li dijî vê hişmendiya çetewarî çok nadeynin.
 
‘DESTHILAT RÊ NÎŞAN DIDE’
 
Dûre endamê Meclîsa Ciwanan Yûsûf Acar daxuyanî da û diyar kir ku weke her serdemê di vê serdemê de jî ciwan di hedefa desthilatê de ne. Acar da zanîn ku desthilatê li dijî kurd û beşên demokratîk, şoreşger û muxalîfan şer ragihandiye û wiha got: “Di pêvajoya ku tecrîd hatiye kûrtirkirin û di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de dixwazin gelan bêxin bin bandora xwe. Em ciwan jî bi van polîtîkayan re rûbirû dimînin û dixwazin têkoşîna me qels bikin. Xebatên em bi rê ve dibin her tim bi awayekî tên krîmînalîzekirin. Hevalen me ji ber vê yekê tên revandin, binçavkirin û girtin. Em dizanin ka tirsa destihilatê çi ye û li ku bisekinin. Em careke din diyar dikin ku nikarin me bi van rêbazan bi qels bikin." 
 
‘EM DIZANIN HÊZA XWE JI KU DERÊ DIGIRIN!’
 
Acar destnîşan kir ku di nava 15 rojan de li Amedê 6 hevalên wan hatine revandin, îşkence li wan hatiye kirin û wiha axivî: “Duh saet di 12.00’an de dema endamê me Çekdar Aksûcû ji rêxistina me ya navçeya Yenîşehîrê derket polîsan ji GBT’ê  derbas kirine û bi darê zorê xistina erebeya bi marqeya Renault Fluence. Liv ir nîv saetê îşkenceya psîkolojîk a devkî lê kirine û teklîfa sîxurtiyê lê kirine. Dîsa endamên Meclîsa me ya Ciwanan ji aliyê van hêzên tarî ve tên şopandin. Em dizanin ku ev çete hêza xwe ji ku derê digirin.”
 
ŞOREŞGERAN BI BÎR ANÎN
 
Acar herî dawî pêşengên ciwanên şoreşger Mahîr Çayan, Sînan Kazim Ozudogrû, Sabahattîn Kûrt, Hudaî Arikan, Saffet Alp, Omer Ayna, Cîhan Alptekîn, Nîhat Yilmaz, Ertan Sarûhan û Ahmet Atasoy ên di 30’ê Adara 1972’an de hatin kuştin bi bîr anî û soza têkoşînê da.