Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin

  • ciwan
  • 09:00 1 Nîsan 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Li gundê Deyrgûzê yê Şemrexê jinên ku xalîçe û tûrikan çêdikin, ji bo ev kelepûr winda nebe nîşanîciwanan didin. 

Li gundê Deyrgûzê yê Şemrexa Mêrdînê jin di ber karên xwe yên rojane de, melkes, xalîçe û tûrikan jî çêdikin. Her wiha ji bo ev destkarî winda nebe, nîşanîciwanan jî didin. 
 
Li gund hema bibêje melkesên tên bikaranîna hemû bi destên Fatma Saglama 70 salî tên çêkirin. Saglam ku melkesan bi gezikan çêdike, tu kar namîne nake. Car heye xalîçeyan jî çêdike.
 
Saglamê got: "Ez ji dêya xwe hîn bûm. Her tiştî nîşanî me dan. Em jî dibêjin bila ev tiştên dê û bavan winda nebin. Ez melkesan çêdikim. Gundî, nizanin çêbikin. Heya niha min bi sedan melkes çêkirine. Ez dixwazim ew jî hîn bibin. Bila xwe bi xwe çêbikin. Sibê ez ê biçim. Loma dixwazim ew jî hîn bibin. Ma li vê dinyayê ji bedewiyê, ji qenciyê xwetişr tiştek heye?" 
 
Ayşe Saglam jî xalîçeyan çêdike. Saglam, diyar kir ku ew jî ji xaltîka xwe hîn bûye û got: "Berê xalîçe tune ûn. Çêkirina yên bi mûyên bizinan zehmet bû. Ên ji hiriya pez dihatin çêkirin, dihatin boyaxkirin. Mûyên bizinan jî ji bo reş li nav bikeve dihatin bikaranîn. Niha rihet e. Tu diçî benikên hazir dikirî. Em dişînin ji zarokên xwe yên li Stenbolê. Em qewlikan çêdikin, dişînin. Didin ciwanan." 
 
Saglam, diyar kir ku li Stenbolê dimîne, lê belê ji ber şewba Covîd-19'ê îsal neçûye Stenbolê û tiştên çêdike diyarî neviyên xwe û zarokên xwe dike. Saglam, bilêv kir ku her sal van tiştan çêdikin û xwest jin her tiştî hîn bibin. Saglam got: "Hînbûn tiştekî xweş e. Em çi qas zanibin ew qas baş e. Çi lazmatiyên malê hebin, em çêdikin. Em doşegan, lihêfan hema tu bibêjî çi em çêdikin."