Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’

  • ciwan
  • 14:29 1 Nîsan 2021
  • |
img
RIHA - Hat îdiakirin ku li navçeya Hewagê ciwanê bi navê Alî Mûrat bi çekê xwe kuştî ye.
 
Hat îdiakirinku li gundê Golesir ê girêdayî navçeya Hewag a Rihayê ciwanê bi navê Alî Mûrat (22) bi çekê xwe kuştî ye. Mûrat li mala xwe bi awayekî li erdê dirêjkirî hat dîtin. Tîmên tenduristiyê yên ser îxbarê hatin cihê bûyerê, Mûrat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê. Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku Mûrat jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê ku rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê, wê piştî karê otopsiyê radestî malbatê bê kirin.