Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev

  • ciwan
  • 15:04 3 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, di şahiya biharê ya ciwanên HDP’ê li dar xist de axivî û wiha got: “Li pişt êriş û doza girtin ên li dijî partiya me AKP û MHP heye.”   
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li avahiya partiyê şahiya biharê li dar xist. Gelek endamên partiyê û ciwan beşdarî şahiyê bûn Di şahiyê de helbest hatin xwendin û sînevîzyona bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hat pêşandan. Dûre ciwan li ber stranan guvend gerandin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, di şahiyê de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin. 
 
‘HER ZAYÎN BERXWENDANEKE’
 
Dundar, diyar kir ku konsepta tunekirinê ya li dijî gelê Kurd dewam dike û wiha axivî: “Kurd jî li dijî vê yekê hem li ber xwe didin û hem jî dengê xwe bilind dikin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê û 21’ê Adarê, hem peyam dan me û hem jî dan dewlet û hikumetê.” Dundar, bal kişand ser 4’ê Nîsanê roja rojbûna Ocalan jî û wiha got: “Ev roj ji bo gelê Kurd, civak û Rojhilata Navîn roja berxwedanê ye. Mîna Birêz Ocalan gotiye, ev roj roja zayîna sêyemîne. Di nava her zayînekê de, berxwedanek heye.”