Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’

  • ciwan
  • 09:01 5 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Endamên rêxistinên ciwanan diyar kirin ku hewldana girtina HDP’ê êrişa li dijî muxalîfan hemû ye û ew ê bi ruhê têkoşîna yekgirtî ji êrişan re bêjin “rawest e.’ 

Îqtidara AKP-MHP’ê hewl dide Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bigire û li 687 rêveber û siyasetmedarên kurd qedexeya siyasetê bisepîne ku 5 salan nikaribin siyasetê bikin. Ji bo girtina HDP’ê doz li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatibû vekirin. AYM’ê di lêkolîna ewil a doza girtinê de îdianameyê paş de vegerand. Endamên rêxistinên ciwanan bertek nîşanî hewldana girtina HDP’ê dan. 
 
‘DIVÊ EM BI TÊKOŞÎNEK YEKGIRTÎ RABIN’ 
 
Endamê Hêzên Ciwanên Şoreşger (DEV-GUÇ) Enes Saîd Şahîn diyar kir ku hewldana girtina HDP’ê nêzîkatiyek antidemokratîk e û got: “Hewldana girtina HDP’ê tê wateya tunehesibandina îradeya bi milyonan însanên dengê xwe dane HDP’ê. Bi girtina HDP’ê dixwazin ser pirsgirêkên civakî û aborî yên ku bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê diafirînin bigirin. Li dijî polîtîkayên zextan û çewisandinê divê em têkoşîna yekgirtî rabin. Ev êriş û zext tenê ne li dijî HDP’ê ye. Di heman demê de li dijî hemû hêzên muxalîf wê bidome. Lewma gelek girîng e ku li cem HDP’ê cih were girtin. Em ê tim li cem têkoşîna HDP’ê bin. Ev sepanên antidemokratik tenê bandorê li ser HDP’ê nakin, wê li ser siberoja ciwanan jî bike. Em ê ji bo vê yekê li her qadê HDP’ê biparêz in û piştevanê HDP’ê bin. Heta niha çi ji destê faşîzma AKP-MHP’ê hat bi serê ciwanan ve anîn. Ji ber vê yekê ez bang li tevahiya ciwanan dikim ku li kuçeyan bi têkoşenek yekgirtî rabin.” 
 
‘EM BÊJIN BES E’ 
 
Endamê Ciwanên Şoreşger ên Sosyalîst (SGD) Bûrak Ari jî destnîşan kir ku HDP ne bi tenê ye û got: “HDP û Gergerlîoglû her tim li cem ciwanan, jinan û kedkaran cih girtiye û sekna xwe nîşan daye. Mil daye milê me û têkoşiyaye. Em li dijî her cûre zextên li ser HDP’ê radibin û dibêjin HDP îradeya bi milyonan kes e. Rejîma qesrê kesê ne ji xwe ditepisîne. HDP li Tirkiyê xwedî temsîlkariyek mezin e. Heke were girtin wê temsîlkariya beşek mezin a TirkiyAê tune were hesibandin. Lê em ê li dijî vê faşîzmê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Divê her kes li dijî êrişên qesrê yên li ser HDP’ê dengê xwe derxe. Êdî dem dema em li dijî êrişên qesrê bêjin bes û rawestin. Em ê bi ruhek rêxistinkirî li ber van êrişan rabin.” 
 
'EM LI BER XWE NEDIN EM Ê NIKARIN BI SER BIKEVIN’ 
 
Xwînerê Ciwanên Demokrat a Nû Denîz Akbiyik jî li dijî zextên li ser HDP’ê wiha got: “Îqtidar ji bo erka xwe biparêze herî zêde êrişî muxalîfan dike. Di armanca van êrişan de ji destpêka ku HDP hatiye avakirin û ketiye Meclîsê heye. HDP li dijî siyaseta qeyûman pêşengiya berxwedanê dike. Li dijî êrişan heta em ruhê têkoşînek yekgirtî bi hêz nekin, em ê nikarin bi tu serkeftinê û desstfiyan bi dest bixin. Em ji bo hemû ciwan, xwendekar, demokrat, muxalîf û aliyên welatparêz dibêjin; em dest ji têkoşîna yekgirtî bernedin. Divê em bi awayek xurt ji bo mafên xwe têbikoşin.”