Dersim Dag: Ciwan li Tirkiyê di hedefa polîtîkayên ‘şerê taybet’ de ne

  • ciwan
  • 13:36 15 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an eşkere kir. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a ku raporê parve kir destnîşan kir ku ciwan li Tirkiyê di armanca polîtîkayên “şerê taybet” de ne û hikumet ji ber van polîtîkayan welat ber bi tariyê ve dibe.

 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an ku binçavkirin, girtin, revandin û lêferzkirinên sîxûriyê têde cih digirin li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û endamên Meclîsa Ciwanan beşdarî civînê bûn. 
 
JI SEDÎ 40’Ê CIWANAN BÊKAR IN 
 
Dersim Dag raporê eşkere kir û di bin navê bêkariya ciwanan de li Tirkiyê di sala 2020’an de ciwanên temenê wan di navbera 15-24’an de ne rêjeya wan gihîştiye ji sedî 24,3’yan û ev jî tê wateya ku li Tirkiyê ji her çar ciwanan, ciwanek bêkar e. 
 
Dag anî ziman ku ciwanên temenê wan di navbera 15-34’an de ne jî ji rêjeya wê li derdora ji sedî 40 e û bi giştî 961 hezar kesên di navbera van temenan de bêkar in û mezûnên zanîngehê jî di nav de ne. Dag got li gorî vê yekê nêzî 2 milyon ciwanên zanîngehê dixwînin bêkar in. 
 
LI GORÎ REWŞA PERWERDEHIYÊ BÊKARΠ
 
Dag bal kişand ser rewşa perwerdehiyê ya ciwanên bêkar a sala 2020’an û got ciwanên bêkar ên mezûnê dibistana seretayî ne rêjeya wan ji sedî 15,6 e, ciwanên bêkar ên mezûnê hîndekariya navîn in rêjeya wan ji sedî 18,9 e û ciwanên bêkar ên mezûnê hîndekariya bilind in jî rêjeya wan ji sedî 20,5 e. 
 
Dag da zanîn ku li Tirkiyê hejmara xwendekarên kredî wergirtine gihîştiye milyonek û 200 hezar kesî û hejmara xwendekarên di sala 2020’an de kredî wergirtine û nikaribûne razînin gihîştiye 5 milyonan 3u derbarê nêzîkî 300 hezar ciwanan de ji ber krediye karûbarê yasayî hatiye destpêkirin. 
 
3 HEZAR Û 952 ÎNTÎHAR 
 
Dersim Dag bal kişand ser întîharên ciwanan jî û destnîşan kir ku di navbera salên 2015-2019’an de jî ciwanên temenê wan di navbera 15-24’an de bûne 3 hezar û 952 kes întîhar kirine. Dag got ev ciwan ji ber polîtîkayên hikumetê yên bêkarî û bêsiberojê întîhar dikin û hikumet bi van polîtîkayên ku dişopîne welat ber bi tariyê ve dibe. 
 
Dag pêşniyazên li dijî van neheqiyan ango newekheviyê jî rêz kir û destnîşan kir ku divê ji tevahiya xwendekarên li welat re tablet werin kirîn û derfeta xwegihandina enternetê were temînkirin.
 
‘PERGALA QEYÛM PERGALA MEXDÛRKIRINÊ YE’ 
 
Dag anî ziman k udi serdema AKP’ê de 20 AKP’yî wek rektor tayînî zanîngehan hatine kirin. Dag bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û got: “Pêvajoya bêhiqûqî ya danîna qeyûmên li ser erdnîgariya Kurdistanê niha li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Pergala qeyûman bûye pergala mexdûrkirina civakê. Bi danîna qeyûman gelek sazî û dezgehên ciwanan ên wek navendên çandê hatin girtin. Pişt re van navendan pêşkêşî weqf û cemaetên nêzî AKP’ê kirin. Xebat û projeyên ciwanan nîvco hatin hiştin.”
 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET: MUPTELABÛNA TIRYAKÊ 
 
Dag destnîşan kir ku li Tirkiyê hejmara kesên di jiyana xwe de herî kêm carek, car carnan tiryakê bikar anîn û muptelayê tiryakê ne jî li derdora 6-7 milyon in. Dersim Dag anî ziman ku ev yek bi taybetî parçeyek polîtîkaya şerê taybet e. 
 
POLÎTÎKAYA AKP’Ê YA JINAN 
 
Dag bal kişand ser polîtîkayên êrişkarî yên li ser jinan ku di sala 2020’an de qewimîne jî û got 284 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Dag got 265 zarok bi îstîsmarkirinê re rûbirÛ mane û 26 zarok hatine kuştin. Dag diyar kir ku 255 jin bi awayên gumanbar hatine kuştin û 96 jin bi destidirêjiyê re jî rûbirû mane, 147 jin bi tacîzê re rûbirû mane û 792 jin jî bi tundiyê re rûbirû mane. Dag got di serdema îqtidara AKP’ê de kuştinên jinan bi awayek birêkûpêk zêde bûye û kiryar ango kujer ji aliyê dewletê û alîgirên îqtidarê ve hatine parastin.