Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye

  • ciwan
  • 16:16 1 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA - Ciwanê bi navê B.A ku li navçeya Sêwregê dijiya, li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
Ciwanê bi navê B.A. yê 27 salî li mala xwe ya li Taxa Esmerçayi ya navçeya Sêwregê ya Rihayê mirî hat dîtin. Tîmên tenduristiyê yên ser agahdarkirina malbata B.A. hatin malê, tespît kirin ku B.A. jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê B.A. ji bo otopsiyê rakirin saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.