Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin

  • ciwan
  • 17:02 3 Hezîran 2021
  • |
img
WAN - Endamên meclîsên ciwanan ên HDP’ê, seredana welatiyên ku li dijî kana mermeran a tê xwestin li gundê Şêxan bê çêkirin derketibûn, kirin.
 
Meclîsên ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wan û Stenbolê, seredana welatiyên ku li dijî kana mermeran a tê xwestin li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê bê çêkirin derketibûn, kirin. Ciwanên HDP’î, diyar kirin ku li cem şêniyên gund in û anîn ziman ku wê li dijî talankirina xwezayê li ber xwe bidin. Şêniyên taxê jî têkildarî tahrîbata ji ber kanê çêbûyî ciwan agahdar kirin û dan zanîn ku govên wan hatin xerakirin. Gundiyan destnîşan kir ku dibe ku mecbûr bimînin zivistanê sewalên xwe bifiroşin.