Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 14:34 11 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Endamên Partiya Şoreşger xwestin li dijî têkiliyên dewlet û mafyayê yên derdikevin holê bimeşin Meydana Taksîmê. Polîsan mudaxile kir û herî kêm 15 kes kirin binçav. 
 
Endamû rêveberên Partiya Şoreşger ji bo têkiliya dewlet û mafyayê yên piştî axaftina serokçete Sedat Peker derketin holê eşkere bikin, xwestin bimeşin Meydana Taksîma Stenbolê. Polîsan mudaxileyî çalakvanan kir û herî kêm 15 kes kirin binçavan. Hat zanîn ku polîsan di mudaxileyê de milê Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk êşandine. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî xwest piştevaniya çalakiyê bike lê polîsan ew asteng kirin. Pîroglu ji polîsan re got “hûn îşkencekar in.”