Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in

  • ciwan
  • 21:10 29 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL – Rêxistinên ciwanan di çalakiya xwe ya ji bo Denîz Poyrazê û Pirsûsê li dar xistin de gotin: "Her du komkujî jî bi destê çeteyên girêdayî dewletê hatine kirin. Tetikkêş cuda ne, lê senaryo heman senaryo ye." 
 
Rêxistinên ciwanan, bi daxwaza edaletê ji bo Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'a Îzmîrê hatibû kuştin, li ber Operaya Surreya ya Kadikoyê daxuyanî dan. Gelek ciwan tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Edalet ji bo Denîz Poyraz, edalet ji bo Pirsûsê" nivîsandî hat vekirin û di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeya "Dê hesabê Denîz bê pirsîn" hat berzkirin. 
 
‘GENCER WEKÎ DAIŞ'Ê HATIYE PWERDEKIRIN' 
 
Li ser navê rêxistinên ciwanan Devrîm Edepalî axivî. Edepalî ewilî Denîz Poyrazê bibîr anî. Edepalî, destnîşan kir ku ji dîmenên kujer dixuyê ku ji aliyê dewletê ve li qadên şer hatiye perwerdekirin û got: "Kujer Onûr Gencer, eynî wekî komujerên DAIŞ'ê ku li Pirsûsê 33 hevalên me kuştin, hatiye perwerdekirin." 
 
ŞOREŞ
 
Edepalî, komkujiyên li Enqere, Amed, Pirsûsê û kuştina Hrant Dînk û cinayetên kiryar nediyar bibîr xistin û destnîşan kir ku dewlet bi her awayyî li ser kar e. Edepalî, bilêv kir ku dewlet ji bo ku têkoşîna civakî bitepisîne û şoreşgeran bikuje û bêdeng bike, bi kontrgerîlayên xwe êrîş dike. Edepalî got: "Dewlet bi mafya, çete û kontrgerîlayan li ser pêya ye û tiştên hatine kirin perçeyeke dewletê ne. Lê ya ku vê pîstiyê paqij bikeî tenê şoreş e." 
 
Edepalî, hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an bibîr xist û bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin û got: "Îqtidara we carekê hat hejandin. Dê ev pergala we ya rantxur, şerxwaz û komkujer bê rûxandin." 
 
'TETIKKÊŞ HEMAN KES IN' 
 
Edepalî, di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku kujerên Pirsûsê û yên Denîz Poyrazê heman kes in û got: "Her du komkujî jî, ne bi destê ciwanên hêrsok ku serokwezîrê wê demê gotibû, bi destê çeteyên girêdayî dewletê hatine kirin. Tetikkêş cuda ne, lê senaryo heman senaryo ye." 
 
Edepalî destnîşan kir ku dê edalet bi têkoşîna ciwanan bê. 
 
BANGAWAZÎ
 
Edepalî, di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di 20'ê Tîrmehê 6'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de tevli çalakiyên wan bibin ku dê li kuçeyên Kadikoyê li dar bixin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.