Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye

  • ciwan
  • 09:05 7 Tîrmeh 2021
  • |
img

ENQERE – Ciwanên ku ji ber belavkirina belavokên slavegera Komkujiya Pirsûsê hatibûn binçavkirin, diyar kir ku destê wan bi pişt ve hatiye kelemçekirin û li qereqolê gefa destdirêjiyê li wan hatiye xwarin.

Wê di 20’ê tîrmehê de li Parqa Guvenê ya Enqerê ji bo 6’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bernameyeke bîranînê bê lidarxistin. Di 4’ê tîrmehê de polisan 5 ciwanên ku belavokên derbarê vê bernameyê de belav kiribûn binçav kiribûn. Piştre 4 ciwanên ku ji bo piştgiriya van 5 ciwanan çêbûn ber nexweşxaneyê jî binçav kiribûn. Rojek piştî binçavkirinê hemû ciwan jî hatibûn berdan. 
 
Endamê Înîsiyatîfa Xwendekaran a Enqerê Tûna Gözlugol û Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) Mert Karadag ku hatibûn binçavkirin, serboriya xwe di bin çavan de ajansa me re vegotin.
 
‘DIVÊ MIROV BERÎ SERÊ WE BIDE’
 
Tûna Gözlugol, destpêka axaftina xwe de qala dema binçavkirina wan kir û wiha got: “Piştî ku me belavokên xwe belav kir û ji Dîkmenê hatin Parqa Ahmet Arîf 2 polisan dîmenên me kişandin. Ji ber ku em li dijî vê rewşê derketin polisekî bi kincên fermî gaza îsotê berî me da û çêrê me kir.  Polisek jî 10 gule berî hewa da. Heman polis ji me re got, ‘Divê mirov van guleyan li şûna hewayî berî serê we bide’. Piştre em binçav kirin.”
 
‘GEFA DESTDIRÊJIYÊ LI ME XWARIN’
 
Piştre Gozlugol, derbarê kêliyan binçavkirina wan kir û têkildarî mijarê ev tişt got: “Dema ku me binçav kirin polisan me tacîz kir. Rexmî ku em li dij derketin jî polisan tacîza xwe domandin. Li qereqolê destê me bi pişt ve kelemçe kirin. Heman polis bi 3 notirvanan re gelek caran hat cem me gefa destdirêjiyê li me xwar. Ji me xwestin ku em berê xwe bidin dûwar. Dema ku em li dijî vê derketin serê me li dûwar dan. Pêhînê avêtin hevalêkî me. Bi saetan parêzerên me negirtin.”
 
‘EM Ê DAXWAZA XWE YA EDALETÊ YA JI BO PIRSÛSÊ BIDOMÎNIN’
 
Di berdewamê de Gozlugol, bal kişand ser tundiya polisan ku di salên dawîn de zêde dibe û wiha pêde çû: “Di şertên faşizmê de tundî ji bo kujerên jinan dibe daxistina ceza û ji bo me jî dibe nefret. Bi zêdebûna nefretê re em têdigihijin ku me faşîzmê birîndar kiriye. Êdî bêyî ku em faşîzmê teşhîr bikin ew xwe teşhîr dike. Lê em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û heta ku edaletê bibînin, ‘Em ê bibêjin ji bo Pirsûsê edalet û ji bo herkesî edalet’.” 
 
‘BI SAETAN DESTÊ ME DI KELEMÇÊ DE HIŞTIN’
 
Mert Karadag jî destnîşan kir ku îşkenceya derûnî û fîzîkî li wan hatiye kirin û wiha got: “Bi saetan destê me di kelemçê de hiştin. Ji ber kelemçê niha hîskirina destê me kêm bûye. Li dijî pêkanînê bi kêfî serê me bilind e û girêdabûna xwe ya têkoşînê de paşde gav navêtiye. Em dibînin ku bi salan e dixwazin têkoşîna me krîmînalîze bikin. Em kesên ku bi kujeran re ji astengkirina têkoşîna xwe û gaz avêtina ser birîndarên xwe nas dikin. Em ê qet ji bîr nekin û têkoşîna xwe ya li kolanan bilindtir bikin. Em bang li herkesî dikin ku bibêjin, ‘ji bo Pirsûsê edalet û ji bo herkesî edalet’.”
 
Ciwanên ku di bin çavan de gefa destdirêjiyê li wan hat xwarin, wê îro piştî daxuyaniya ku bidin serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bidin.
 
MA / Zemo Aggoz