Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin

  • ciwan
  • 16:30 10 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÊLIH - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulistan Yilmaz, bi îdiaya ku derbarê wê de biryara girtinê heye li Êlihê hat binçavkirin.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Elihê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya di girtîgehan de didome wê li Parqa Ataturkê daxuyaniyeke girseyî bide. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê û endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo beşdarî daxuyaniyê bibin hatin Êlihê. Ciwan û dayikên aştiyê yên di ketina bajêr de li noxteya polîsan a kontrolê hatin sekinandin, ji wesayîtê hatin daxistin û nasnameyên wan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin. Di kontrola hat kirin de bi hêceta ku derbarê wê de biryara girtinê heye, endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulistan Yilmaz hat binçavkirin. Polîsan, Yilmaz birin Edliyeya Êlihê. 
 
WESAYÎT NEGIRTIN BAJÊR
 
Polîsan bi hêceta ku daxuyanî ne bi destûre, nehiştin wesayîta ku dayikên aştiyê û endamên meclîsa ciwanan tê de bikeve bajêr. Li ser vê yekê wesayît vegeriya Amedê.