Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin

  • ciwan
  • 15:50 18 Tîrmeh 2021
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Xuzistanê ya başur rojavayê Îranê ev sê şev in li dijî bêaviyê xwepêşandan tên kirin. Heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 3 ciwan hatine kuştin û hinek birîndar bûne.
 
Li herêmên ereb lê niştecih in ên parêzgeha Xuzistanê (Ehwaz) ya başur rojavayê Îranê ev sê şev in li dijî bêaviyê niştecihên ereb xwepêşandan tên kirin.
 
Li gorî agahiyan li Ehwaz, Şawir, Kerxe, Susengird, Xefaciye, Kut, Seyid Neiyim, Kut Ebdullah, Şadgal, Hemîdiye, Şuş, Bostan, Ebadan, Bender Mahşehir, Xurimşar, Mela Sanî, Hiwêze, Ebu Hemîze û Meşhed xwepêşandan tên kirin.
 
 Herwiha li gorî dîmenên li ser torên civakî tên parvekirin, ji derveyî dirûşme û daketina kolanan, xwepêşander diçin li ber saziyên hikûmetê û daxwazên xwe dubare dikin.
 
 Li şûna hikûmet bersiva daxwazên wan bide, hêzên ewlehiyê û wesayîtên zirxî ji bo herêmê şand û dest bi çewisandinê kiriye.
 
 Li gorî Ajansa Hirana di xwepêşandanan de 3 ciwanên ereb yên bi navê Mistefa Neîmawî li Şadgan, Qasim Xezîr li Kut Ebdulla û Elî Mezrehî li Ehwazê di êrişa hêzên Îranê de hatine kuştin.