19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan

  • ciwan
  • 08:43 19 Tîrmeh 2021
  • |
img
EDENE - 19 ciwanên di bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê de, bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Polîsan duh mudaxileyî bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ya li Parka Înonu ya navçeya Seyhan a Edenê hatibû lidarxistin, kirin û 19 ciwan bi lêdanê binçav kiribûn
 
Li Miduriyeta Polîsan a Edenê, derbarê 19 ciwanan de, bi hinceta “li dijî qanûna civîn û meşê derketin” muamele hat kirin. Piştî ku îfadeya 19 ciwanan hat girtin û kontrola tenduristiyê, serbest hatin berdan. 19 ciwanên ku îfadeyên wan hatin girtin, piştî kontrola tenduristiyê serbest hatin berdan.
 
Navê ciwanên serbest hatin berdan wiha ne: Ayşe Bezegiş, Elif Kesen, Onur Yoldaş Mete, Cihan Azizoglu, Mutlu Ozşimşek, Ali Baskın, Huseyin Para, Canser Dayanir, Serhat Yaman, Recep Koltuk, Ulaş Can Taylan Arguç, Bariş Bozkurt, Huseyin Emun, Recep Korluk, Berk Alici, Selahattin Burnaz, Bulent Sunar, Esat Kaya û Yalçin Emun.