Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir

  • ciwan
  • 13:56 2 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Polisan li Amedê bi ser malan de girt û 4 ciwanan binçav kir. 
 
Di saetên serê sibehê de polisan, li Amedê bi ser gelek malan de girt. Hat hînbûn ku polisan di serdegirtinan de ciwanê bi navê Mehmet Yalçin, Mûhsîn Acar û du ciwanên ku navê wan nehat hînkirin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ciwan li ser "îxbarê" hatine binçavkirin û li Miduriyeta Polisan a Amedê tên ragirtin.