Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin

  • ciwan
  • 11:46 17 Tebax 2021
  • |
img

WAN - Li navçeya Artemêt a Wanê, ciwana 15 salî R.K. ji pencereya mala Ûgûr A. ket xwarê. Hat diyarkirin ku Ûgûr A. keça ciwan dehf daye. Ûgûr A. hat binçavkirin û R.K. a rakirin nexweşxanê, talûkeya jiyana wê dewam dike. 

 
Li navçeya Artemêt a Wanê, jina ciwan a 15 salî R.K. ji pencereya mala 3 qat ket xwarê û bi girîna birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin girtin, R.K. çû mala Ûgûr A. ya li xaniyên TOKÎ bû. R.K. piştî demekê ji pencereya qata 3’yemîn a mala Ugur de ket xwarê. 
 
R.K. a rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêma Wanê, di beşa lênêrîna awarte de, tê dermankirin. Hat diyarkirin ku talûkeya jiyana R.K. dewam dike.
 
BAV: KEÇA MIN JI PENCERÊ HATIYE AVÊTIN
 
Bavê jina ciwan Şemsettîn K., îdîa kir ku Ûgûr A. keçawî ji pencerê avêtiye xwarê. Bav Şemsettîn K., diyar kir ku vî kesî di berê de keça wî xapandiye û wiha got: “Vî kesî bi zorê keça min fêrî tiryakê kir. Piştî ku keça min hat dermankirin, dev jî tiryakê berda. Lê Ûgûr A., keça min rehet berneda. Keça min hîna li cihê bûyerê li ser hişê xwe bûye, ji polîsan re gotiye ku Ûgûr A. ew ji pencerê avêtiye. Ev kes niha dibin çavan de ye. Talûkeya jiyana keça min dewam dike. Dixwazim kesê ku xwest keça min bikuje, bi awayekê giran bê cezakirin.”