Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin

  • ciwan
  • 12:04 26 Tebax 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Îzmîrê, banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Denîz Poyraz li dar dixe, kir.

 
Futbola tûrnûvayê ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Torên hişbirê biqetînin” ji bo bîranîna Denîz Poyraz a hatibû qetilkirin, li dar dixe li gelek bajaran didome. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Îzmîrê jî wê di 29’ê tebaxê de li navçeya Bûcayê û di 4-5’ê îlonê de jî li navçeya Karşiyaka ji bo bîranîna Poyraz tûrnûvaya futbolê li dar bixe. Xebatên ciwanan ên ji bo tûrnûvaya ku malbata Poyraz jî tevlî bibe didomin. 
 
‘BIBÎRXISTINA HEVALÊN ME DEYN E’
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Emre Yalçin têkildarî tûrnûvayê, diyar kir ku bibîranîna rêhevalên xwe yên hatine qetilkirin weke deyn dibînin û wiha got: “Armanca me ewe ku bi van xebatan ciwanên hewl tê dayîn bi fihûş, qûmar û rêze fîlmên televîzyonê tên bêesilkirin, ji van tiştan dûr bixin.”
 
WÊ ÇALAKÎ MEZIN BIBIN
 
Yalçin, diyar kir ku weke Meclîsa Ciwanan a HDP’ê  wê di rojên pêş de li gelek bajaran li dijÎ polîtîkayên qirêj xebatan bi rê  ve bibin û wiha axivî: “Xebatên me tenê bi futbolê ne bi sînor in, em plan dikin ku têkildarî ciwanan bernameyan çêbikin. Em difikirin ku ji bo ciwanên kurd ên li metropola dijîn zimanê dayikê, çand, muzîk û dîroka wan, bi wan bidin nasîn bernameyan çêbikin.”
 
Yalçin, ji bo tûrnûvaya ku roja yekşemê pêk were banga tevlîbûnê kir.