Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran

  • ciwan
  • 09:03 23 Cotmeh 2021
  • |
img

WAN - Çalakiya protestokirina ji bo bihabûna fiyetên xwarinê û wargehê ya xwendekarên Zanîngeha Wanê didome. Rektor Hamdûllah Şevlî ku hevdîtin bi xwendekaran re kir, soz da xwendekaran ku dê heqê çayê bike 50 quriş. 

Çalakiya protetokirina ji bo bihabûna fiyetên xwarinê û wargehê ya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê didome. Xwendekarên ku bi şev ji wargehê derdikevin, 4 roj in bihabûna fiyetan protesto dikin. Her wiha ji bo astengkirina protestoya xwendekaran jî gelek polîs û TOMA sewqî kampusê hatin kirin. Rektor Hamdûllah Şevlî ku hevdîtin bi xwendekaran re kir, ji dêvla daxwazan, soz da xwendekaran ku dê fiyetê çayê ji lîreyekê bike 50 quriş. 
 
Xwendekar Yûnûs Kuçukçelebî, anî ziman ku gelek pirsgirêkên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hene û ji van pirsgiêrkan ên seteke jî zextên li ser xwendekaran û akademîsyenan e. Çelebî, diyar kir ku polîtîkayên çewisîner û tepisandinê pir zêde bûne û her wiha xwendekar jî li hemberî birçîbûnê têdikoşin. Çelebî, bal kişand ser "Tevgera Em Nahêwirin" a xwendekaran û got: "Bihabûna fiyetên xwarinê, kêmkirina gramaja xwarinê û bihabûna fiyetên wargehê em xwendekaran bêzar kirine. Gramaja xwarinê ji 250 gramî daxistin 200 gramajî. Paşê mesela xwarineke bi goşt berê bi 8 TL'yan bû, niha kirine 12 TL. Xwendekar hew deyax kirin û dest bi çalakiyan kirin." 
 
REKTOR DAXWAZÊN WAN ÊN SEREKE PAŞGUH KIR
 
Çelebî, ji bo hevdîtina rektor a bi xwendekaran re jî anî ziman ku di hevdîtinê de derbarê rojeva sereke ya xwendekaran de tiştek nehatiye gotin. Çelebî, destnîşan kir ku di hevdîtinê de behsa fiyetê xwarinê û wargehan nehatiye kirin û tenê soz ji bo çend kesan hatiye dayîn û jixwe ev kes jî berê hatine tespîtkirin ku dê di hevdîtinê de bibêjin çi. Çelebî got: "Rektor, bi sozine biçûk dixwaze xwendekaran bixapîne û eware bike. Dibêje fiyetê çayê bi lîreyekê ye, lê dê bike 50 quriş. Em vê naxwazin, em dixwazin heqê wargehê û xwarinê bê erzankirin." 
 
Çelebî, destnîşan kir ku protestoya tê kirin, bertekeka mafdar a xwendekaran e û rektor piştî van protestoyan tenê hin soz dane. Çelebî, diyar kir ku heger sozên ku rektor dane pêk neyên dê xwendekar cardin çalakiyên xwe bidomînin û got: "Xwendekar bi zextên mezin re rû bi rû ne. Bi çapemeniyê hewl didin daxwazên xwendekaran tune bihesibînin. Protestoyên me wekî 'çalakiyên provakator' hedef tên girtin. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin di şert û mercine mirovî de perwerde bibin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çelebî, diyar kir ku ji bo daxwazên xwendekaran bên qebûlkirin pêdivî bi rêxistinbûyînê heye û dê têkoşîna wan a ji bo mafên wan ên sereke bidome.