Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin

  • ciwan
  • 14:53 7 Kanûn 2021
  • |
img

RIHA - Walîtiya Rihayê, belavkirina belavokên li dijî hişbirê ji Meclisa Cîwanan a HDP'ê re qedexe kir. 

Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê, xwest di çarçoveya kampanya "Em tiryakê bişikînin, jiyana nû ava bikin" de li dijî hişbirê li Rihayê belavok belav bike, lê ev xebata meclisê hat qedekirin. Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, ji bo vê xebatê di 18'ê cotmehê de serî li Walîtiya Rihayê da û xwest ku li navenda bajar û navçeyan belavok belav bike. Ji ber ku bersiva vê serlêdanê nehat dayîn Rêxistina HDP'ê ya Bajar, cara duyemîn serî li walîtiyê da. Walîtiyê bersiv da vê serlêdanê û di bersivê de diyar kir ku belavkirina belavokan hatiye qedexekirin. Biryara ku di 4'ê kanûnê de ji Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û Miduriyeta Polisan a Bajar re hatiye ragihandin, ji HDP'ê re di 6'ê kanûnê hatiye ragihandin.