Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
Li navçeya Hezexê ciwanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li navçeya Hezexê ciwanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Di aktîvîteya bi dirûşmeya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ hate lidarxistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rola ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî hat destnîşankirin.
Ciwanên ku li navçeya Hewagê ya Rihayê hatin ba hev, Newrozê pîroz kirin. Ciwanan li dor agirê vêxistin govend gerandin.
Li Geverê ciwanan bi dirûşmeyan agirê Newrozê vêxist.
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li Meletiyê "Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan" ava kirin.
Li Rihayê ciwanên HDP’î û koma Dîrenîş Rihayê êrişa ku li Bûrsayê li dijî Amedsporê pêk hatibû, bi meşekê protesto kirin. Di protestoyê de 8 ciwan hatin binçavkirin.
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku xebatên xwe yên di çarçoveya "xeleka jiyanê" de didomîne, got ku dê li Meletiyê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bikin.
200 endamên DOM’ê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê berê xwe dan Semsûrê û banga berfirehkirina seferberiya piştevaniyê kirin û gotin: “Pêdiviya gelê me bi me heye.”
Ciwanên kurd li Strasboûrgê ji bo protestokirina bêdengiya Parlementoya Ewropayê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin avahiyê PE’yê. Piştî hevdîtineke 3 saetan, dosye radestî Serokê PE’yê hat kirin.
AKP’ê li Silopiyayê bi rêya PTT'ê ji ciwanên ku dê îsal cara ewil di hilbijartinan de deng bidin, zerfên ku navên ciwanan li ser şandin û jê deng xwest. Ciwanan bertek nîşan dan û wiha gotin: “AKP bila beriya her tiştî bi hawara mexdûrên erdhejê biçe.”
Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ku bi tîmeke 150 kesan li 10 bajarên ji erdhekê bi bandor bûn xebatên xwe didomînin banga piştevaniyê li hemû ciwanan kir.
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî ku bi ciwanan re hate gelhev, diyar kir ku ji bo ji krîzê derkevin berpirsyartî dikeve ser milê herkesê û wiha got: “Guhertina vê pergalê pêkan e.”
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag diyar kir ku wê rêveberiya ciwanan ava bikin û got: “Em ê îktidara AKP-MHP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin.”
eclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, pankarta ku li ser "Heya tecrîd hebe dê li her derî berxwedan hebe" nivîsandî bi Rêbejahiya E-5'ê ve daliqandin.