Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
Ciwanên ku li perava Mêrsînê ligel stranan govend gerandin û dirûşm berzkirin hatin binçavkirin.
Ciwanên ku li perava Mêrsînê ligel stranan govend gerandin û dirûşm berzkirin hatin binçavkirin.
Ciwanên ji ber meşa bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê hatin binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê hatin berdan.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Wanê tûrnûvaya futbolê ya Gulistan Dokû li dar xist. Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîha Şedal jî beşdarî tûrnûvayê bûn.
Li Dîlokê, maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû ku DEM Partî li dar dixe hate lîstin.
Pankarteke ku wênêyên berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser, bi Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê ve hate daliqandin.
Ciwanên Geverê li çar taxan ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê çalakî li dar xistin.
Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dest pê kir.
Li Alanyayê xwendekara zanîngehê Ronya Koç a 23 salî li wargeha lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Şaredariya Cizîrê amadekariya lidarxistina 2’yemîn turnuvaya futbolê ya kevneşopî dike ku ji ber tayînkirina qeyuman 8 sal in navber dabû. Serlêdanên tîmên ku dê beşdarî turnuvayê bibin di 26'ê hezîranê de dest pê kirin.
Ciwanan li gelek taxên Colemêrgê barîkat çêkirin û li dijî desteserkirina îradeya xwe çalakî li dar xistin.
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Beyrûda Lubnanê di roja 2’yan de bi nîqaşên zêde konferans berdewam kirin.
Li Êlihê ciwanan biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi şev protestokirin.
Li Qoserê komeke ciwanan, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi şev meş li dar xistin.
Di meha dawî de li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin. Endamê YDG'ê Metîn Ozken diyar kir ku li Tirkiyeyê îro têkoşîn ji bo ciwanan ne alternatîfek e, tiştekî mecbûrî ye.
Duh li Rihayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi ser gelek malan de hate girtin û 8 ciwan hatibûn binçavkirin. Her 8 ciwan jî hatin berdan.