AMED - Kurdên ku bûn hedefa êrişên topyekûn ên AKP'ê, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd, mohra xwe li sala 2023'yan xistin.
Kurdên ku di dîrokê de li dijî polîtîkayên qirkirin û înkarê yên hêzên desthilatdar li ber xwe dane, ji şer, kuştina jinan, talankirina xwezayê û xizaniyê rizgar nebûn. Rêbazên qirkirinê yên ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve ku li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, li dijî kurdan di dema desthilata AKP'ê de bêsînor hatin sepandin. Tayyîp Erdoganê AKP'î ku bi soza "çareseriyê" bû desthilat, di sala 2005'an de li Amedê got, "Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka parçeyekî vî gelî ye, pirsgirêka hemûyan e. Pirsgirêka min e jî" û bi vî awayî peyam da ku dê meseleya kurd çareser bike. Erdogan ê piştî salekê armanca xwe ya sereke bi gotina "Çi lazim be, jin be, zarok be dê bê kirin" anî ziman, piştî vê daxuyaniyê di çalakiyên hatin lidarxistin de ku piştî endamên HPG'ê yên li bejahiya Mûşê jiyana xwe ji dest dan dest pê kirin û wekî Serhildana Amedê ket nava rûpelê dîrokê, 6 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî ku polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan careke din eşkere bû, siyaseta kurd jî bi xelekeke ji êgir hat dorpêçkirin.
Di 21 salên desthilatdariya AKP'ê de kurd, dostên wan û hêzên demokratîk hatin dorpêçkirin, qeyûman tayinî şaredariyan hatin kirin, parlementer hatin girtin, partiyên siyasî hatin girtin, cenaze bi erdê ve hatin kaşkirin û di qutiyan de ji malbatan re hatin şandin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku kurd wî wekî "rêberê" xwe esas digirin, hat domandin. Bi kurtasî di dema desthilatdariya AKP'ê de polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê bênavber hat sepandin. Yek ji salên ku bi awayekî zêde ev polîtîka hatin sepandin jî, sala 2023'yan e. Li gel van êrişan, ev sal di heman demê de bû sala berxwedaneke mezin a gelê kurd jî.
KONFERANSA KOMARA DEMOKRATÎK
Kurdan sala 2023'yan di bin siya şer û di nêvengeke wiha de ku pergala tecrîda Îmraliyê û neçareserkirina meseleya kurd hat kûrkirin, pêşwazî kirin. Kurdan di van şert û mercan de jî dest ji lêgerînên xwe yên ji bo çareseriyê bernedan. Di Konferansa Komara Demokratîk de ku di 4-5'ê Sibatê de bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Hat destnîşankirin ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di vî warî de bilîze, divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û bi awayekî fizîkî azad be. Her wiha îşaret bi gıringıya têkoşîna hevpar a gelan hat kirin.
2023 BI ERDHEJÊ HEJIYA
Rojek piştî vê konferansê ku destpêka serdemek nû bû, di 6'ê Sibatê de bi navenda xwe Mereş erdhej çêbûn û ev erdhej bandor li 11 bajaran kir. Ji ber bandorên wêranker ên erdhejê, kurdan toreke hevgirtinê ava kir da ku birînên gelên ku dewletê ew bi çarenûsa wan re rû bi rû hiştin, bicebirînin. Kurdan li herêmên erdhejê yên wekî Hatay, Meletî, Mereş, Dîlok, Riha, Edene, Mêrsîn û Amedê seferberiyek ragihandin û ji bo mexdûrên erdhejê erzaq, kon û zexîre peyda kirin. AKP'ya ku li herêma erdhejê bi ser neket, qeyûm tayînî navendên piştgiriyê yên hatin avakirin kir û bi van qeyûman kon û kamyonên alîkariyê desteser kirin.
QEDEXE, OPERASYON, ÎŞKENCE
Kurdên ku birînên mexdûrên erdhejê cebirandin, bûn hedefa êriş û zextên AKP'ê ku di sala 2015'an de car din konsepta şer xist dewrê. Kurdên ku her roj bi serdegirtina malan şiyar bûn, li herêmên ku lê dijîn bi qedexeyan re rû bi rû man. AKP'ê ku ji Colemêrgê heta Şirnexê, ji Wanê heta Amedê li her bajarî di bin navê "ewlehiyê" de herêm qedexe kirin, operasyonên xwe yên leşkerî jî domandin. Di dema ku li gelek herêman qedexeya derketina derve hat ragihandin de, li gelek gundan jî di serdegirtinên malan de welatî rastî îşkenceyên leşker û polîsan hatin. Mînaka herî dawî jî welatiyên ku di meha Tebaxê de li gundê Sogutlu yê navçeya Tetwan a Bedlîsê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bi rojan rastî îşkenceyê hatin. Muhammed Erol ê di meha Îlonê de li Mûşê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, rastî îşkenceya hovane ya leşkeran hat.
ÊRIŞÎ GORAN KIRIN, HEQARET LI CENAZEYAN KIRIN
Li gel qedexe û serdegirtina malan, goristanên kurdan jî bûn hedefa leşker û polîsan. Li gundê Xirbê Bestê yê Şirnexê yê di salên 1990'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatibû valakirin, goristana PKK'yiyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hat xerakirin. Gora Ûgûr Kaymaz ê ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin, beriya bîranînê 2 caran rastî êrişan hat. Li gora giştî ya 9 PKK'yiyên ku di navbera salên 1995-1996'an de li Sergolanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, gorên nû hatin çêkirin.
Cenazeyê endama YJA-STAR'ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) a di sala 2018'an de li herêma Kato Marînos a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 salan di qutiyeke qartonê de radestî malbatê hat kirin. Hestiyên endamê HPG'ê Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) ê di sala 2020'î de li Sêrtê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, 3 sal şûnde di sindoqekê de radestî malbata wî hatin kirin.
NEWROZA 2023'YAN
Jinên ku her sal di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi daxwazên xwe dadikevin qadan, îsal ji ber erdhejê li herêma erdhejê tora hevgirtinê ava kirin û birînên jinan pêçandin. Kurdên ku ji ber polîtîkayên şer tên çewisandin, di Newroza 2023’yan de li qadan peyama berxwedanê dan û navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd nîşan dan. Di 2023’yan de ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi dirûşmeya “Her der Newroz her dem azadî” agirê Newrozê li 39 navendan hat pêxistin. Bi milyonan kes herikîn qadên Newrozê ku agirê yekem li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hat pêxistin û agirê dawî jî li Amedê hat pêxistin. Di Newrozê de doza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Di pîrozbahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di yên Ewropayê de daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxwaza sereke bû.
BI DAXWAZA AZADIYÊ MEŞA BER BI AMARAYÊ VE
Daxwaza ji bo azadiya Ocalan ku li qadên Newrozê olan da, bi meşa "Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve" ya bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP û MED TUHAD FED'ê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin, careke din hat bilêvkirin. Di meşê de ku bi dirûşmeya "4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e" bi beşdariya bi hezaran kesî hat lidarxistin, îşaret bi girîngiya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin û banga ji bo rakirina tecrîdê hat kirin.
BERIYA HILBIJARTINÊ OPERASYON
Pêvajoya hilbijartinê ya ku di bin zextên AKP'ê de pêk hat, careke din bi operasyonên li dijî kurdan dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê Nîsanê de di serdegirtina malan de rojnameger, parêzer, siyasetmedar, rêveberên rêxistinên ked û pîşeyî jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin û zêdetirî 100 kes hatin girtin. Piştî 4 rojan bi navenda xwe Enqere operasyoneke din hat lidarxistin. Di vê operasyonê de jî rojnameger û siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin.
KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD KIRIN HEDEF
Xebatkarên Çapemeniya Azad jî para xwe ji van binçavkirin û girtinên ku weke "operasyonên hilbijartinê" hatin binavkirin, wergirtin. Edîtorê MA'yê Abdurrahman Gok, nûçegihan Mehmet Şah Orûç û rojnameger Berîvan Canozer di çarçoveya lêpirsîna Amedê de hatin girtin û Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê de hatin girtin. Canozer, piştî îdianame hat amadekirin, di danişîna ewil de hat berdan û Mehmet Şah Orûç jî di danişîna ewil û Abdurrahman Gok jî di danişîna duyem û Sedat Yilmaz jî di danişîan ewil de serbest hatin berdan. Rojnameger Mûftûoglû ku xelata "Rojnamegera herî berxwedêr a salê" wergirt, ji 25'ê Nîsanê vir ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin.
2023, ew sal e ku du kedkarên Çapemeniya Azad jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Seyît Evran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojnamevan Necmettîn Salaz jî li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salaz li bajarê wî Wanê û yê Evran jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin definkirin.
HILBIJARTINÊN 14'Ê GULANÊ Û VEGERA LI 'XWEMALIYÊ'
Li gel binçavkirin û girtinan, di hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14'ê Gulanê de jî kurd rastî gefên AKP'ê hatin ku bi girtina partiyê gef li wan hat xwarin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi doza girtinê re rû bi rû ye, biryar da ku ji lîsteya pêkhateya xwe Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinê bibe. HDP ku li dijî planên tasfiyeyê yên AKP'ê, bi Plana B'yê tevgeriya, di avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê de jî pêşengî kir. Di hilbijartina serokkomariyê de ku Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Miletê raqibên hev ên muhtemel bûn, Tifaqa Ked û Azadiyê piştgirî da Tifaqa Miletê, lê encama li bendê bû bi dest nexist. Partiya Çepên Keskku taktîkên wê yên hilbijartinê bûn sedema rexneyan, bi destpêkirina pêvajoya jinûvesazkirinê biryar da ku "vegere ser esasê xwe". Partiya Çepên Kesk ku ji Edîrneyê heta Qersê bi civînên gel dest bi pêvajoyeke nû kir, li bara gel xwe rexne kir û dest bi pêvajoya jinûvesazkirinê kir. Partî tuzuka xwe û navê xwe (Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Tulay Hatimogûllari û Tûncer Bakirhan jî bûn hevserokên giştî yên HEDEP'ê. hilbijartin bi biryarên ku bi pêşniyarên gel hatine girtin. Piştî vê partî ji bo hilbijartinên xwecihî zend û benda badan. Her wiha demek berê jî ji ber îtiraza Dadgeha Bilind navê partiyê wekî DEM Partî hat guherandin. Partî xebatên xwe bi vî navî didomîne.
JI DBP'Ê BIRYARA JI NÛ VE XWERÊXISTINKIRIN
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku nûnera siyaseta kurd e jî û di sala 2019’an de di asta nûnertiyê de mabû, biryar girt ku partî bê çalakkirin. DBP ku li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê bi vekirina avahiyên partiyan dest bi xebatên rêxistinbûnê kir, piştî kongreya ku Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir wekî hevserokên giştî hatin hilbijartin, rojeva xwe ya sereke didomîne ku rojeva wê ya sereke azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd e.
KURDAN 365 ROJÊN SALÊ LI QADAN DERBAS KIRIN
Daxwaza sereke ya kurdan a ku mohra xwe li sala 2023’yan xist, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. A rast, kurd bi çalakiyên bi vê daxwazê daketin sala 2023’yan û salê bi vê daxwazê derbas kirin. Di vê çarçoveyê de di roja ewil a salê de Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclisê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya Nobeda Edaletê da destpêkirin. Li gel vê çalakiyê, kurdan ku ji ber xebernegirtina ji Îmraliyê fikarên zêde bûn, ji 15'ê Sibatê salvegera ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, heta 21'ê Adarê Newrozê, lji 4'ê Nîsanê heta 9'ê Cotmehê salvegera ku Abdullah Ocalan ji bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin, li dijî tecrîda Îmraliyê li qadan bû. Di 10’ê Cotmehê de jî li 74 navendên cîhanê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayek hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku di demeke kin de mezin bû, di serî de gelê kurd, gelan doza azadiya Abdullah Ocalan kir.
Rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de 78 kesan di 28’ê Cotmehê de ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin li Stenbolê hatin cem hev û deklerasyona “Banga Aştiyê” daxuyandin. Di 29’ê Cotmehê de jî saziyên sivîl, komele û partiyên siyasî yên Amedê li Otela Demîr a li navçeya Sûrê hatin cem hev û bi sernavê “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê" deklarasyonek daxuyandin. Di deklarasyonê de ku ji aliyê 172 rêxistinan ve hat îmzekirin, daxwazên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a meseleya kurd hatin diyarkirin.
Kurdên ku tevahiya salê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" li qadan bûn, ji 12'ê Çileyê heta 13'ê Adarê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. Di vê çarçoveyê de 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin, di 8’ê Tebaxê de radestî CPT û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) hatin kirin.
Xizmên girtiyan bi daxuyaniya ku di 20'ê Kanûnê de dan, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tên girtin û 33 meh in tu xeber ji wan nayê girtin, kampanyaya şandina name û kartan dan destpêkirin. Kampanya dê heta dawiya salê bidome.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û NOBETÊN EDALETÊ
Li 104 girtîgehan bi hezaran girtiyên ku beşdarî çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûn, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Malbatên girtiyan jî jib o piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan bi pêşengiya TUAY-DER'ê li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.
MEŞA GEMLÎKÊ: AZADÎ JI OCALAN RE
Di çarçoveya kampanyayê de di 17-18'ê Mijdarê de, bi beşdariya bi hezaran kesî Meşa Gemlîkê hat lidarxistin. Girseya ku tevî hemû zext û astengiyan gihaşt Gemlîkê, ji bo çareseriyeke demokratîk daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlamenterên wan, piştî daxuyaniya xwe ya 2'ê Mijdarê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Di daxwaznameya serlêdanê de daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat kirin.
GIRTIYÊN NEXWEŞ Û GIRTÎGEH
Desthilata AKP'ê li girtîgehan jî bi binpêkirinên mafan tecrîda li ser tecrîdê pêk anî. Li gel mafên mirovan ên giran, girtiyên nexweş ên giran nehatin berdan û bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); Di sala 2023’yan de herî kêm 41 kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, 3 ji wan piştî erdheja 6'ê Sibatê bi hinceta serî hildane, 2 jê piştî hatin berdan bi çend hefteyan û 15 jê jî bi îdiaya xwekuştine û yên din jî ji ber nexweşînan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan girtî jî çendî cezayên wan qediyan jî, bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê di wextê xwe de nehatin berdan.
ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Ev êrişên desthilata AKP’ê ku konsepta şer kûrtir kiriye, tenê bi van re ne sînordarkirî ne. AKP ya ku di tevahiya desthilatdariya xwe de di şer de israr kir, bi êrişên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêma Kurdistana Federe û êrişên li ser binesaziya sererd û binerdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê konseptê kûrtir kir. AKP ya ku tevî hevkariya PDK'ê li Zap, Metîna û Avaşînê nikare encamekê wergire, di salekê de bi hezaran êriş pêk anîn ku ji van êrişan 683 ji wan bi çekên qedexekirî yên kîmyewî bûn. Li gorî bîlançoya şer a HPG'ê, di van êrişan de 73 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî bîlançoya şer a HPG'ê ku di nava salekê de ragihand, herî kêm hezar û 739 çalakî hatine lidarxistin û 796 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Heyetên ku xwestin bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn vekolin jî, ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin. PDK’ê bi hevkariya xwe ya Tirkiyeyê re, ji bo rê li ber van êrişan veke herî kêm 158 gund vala kirin. 600 gundên din ên herêmê jî bi gefên PDK’ê re rû bi rû ne.
SUÎQEST Û ÊRIŞÊN BI SÎHA'YAN
Li gel êrişên bi çekên kîmyewî yên ku tevahiya salê li herêmê dewam kirin, êrişên suîqestê jî çêbûn. Nûnerê Hewlêrê yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun di êrişa 18’ê Îlonê ya li avahiya KNK'ê ya li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da. Tirkiye bi bomberdûmanên li ser Herêma Kurdistana Federe û Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li bajarê Mûsil û Şengalê êrişên xwe domandin. Di 1’ê Çileyê de Geliyê Bazêyan ê li herêma Berwarî Balayê bi dijwarî hat bombebarankirin. Di 13’ê Çileyê de 2 zarokên ku gava pezê xwe diçêrandin bûn hedefa êrişên hewayî yên dewleta tirk û Bahjat Audi yê 14 salî birîndar bû. Di 7’ê Nîsanê de balafirên bêmirov ên artêşa tirk Balafirgeha Navneteweyî ya Sileymaniyê bombebaran kir. Di 10’ê Adarê de li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê di êrişa bi SÎHA’yê de ya li dijî wesayîtekê, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Di 3’yê Nîsanê de Arif Omer û Ehmed Husen di êrişa dewleta tirk a li ser bejahiya gundê Erdelê yê Şeladizê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyên her du kesan piştî 11 rojan hatin dîtin. Di 15’ê Nîsanê de jî, di encama bomberdûmana 3 gundên girêdayî navçeya Pêncewanê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Di 22’yê Nîsanê de balafirên şer ên artêşa tirk gundê Sakarî yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir. Di 28’ê Nîsanê de jî, li navçeya Amêdiyê di encama teqîna mayînekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Di 3’yê Tîrmehê de balafirên şer ên Tirkiyeyê bejahiya gundê Berçî yê navçeya Amêdiyê bombebaran kirin. Di 6’ê Tebaxê de li bejahiya gundê Çinarto yê girêdayî navçeya Çemçemal a bajarê Silêmaniyê, di encama êrişeke hewayî de şewat derket. Di heman rojê de li gundê Çemankê yê Dihokê welatiyê bi navê Alan Îsmaîl di êrişa bi SÎHA'yê ya li dijî wesayîtekê de jiyana xwe ji dest da.
Edîtorê Serwîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê Cotmehê de dema ji bajarê Helebê ji cem malbata xwe vegeriya Herêma Kurdistana Federe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê (Sêmalka) hat binçavkirin. Tevî bertekên malbata wî û raya giştî jî, ti agahî ji Ehmed nayê girtin.
MEXMÛR Û ŞENGAL DÎSA DI HEDEFÊ DE NE
Di 7'ê Cotmehê de li Kampa Mexmûrê Zeynep Îbrahîm, Egîd Tekîn Osman û Azad Şefîk Mehmed ên gava li mizgeftê bûn, bûn hedefa êrişa hewayî ya Tirkiyeyê û birîndar bûn. Di 13'ê Cotmehê de jî jina bi navê Ayşe Muhammed Ehmed (50) di bomberdûmana bi êrişa SÎHA'yê birîndar bû. Li gel êrişên Tirkiyeyê, vê carê jî artêşa Iraqê tevgeriya û di 20’ê Gulanê de Wargeha Mexmûrê dorpêç kir. Di encama berxwedana gel a li hemberî dorpêçê de, artêşa Iraqê di 4’ê Hezîranê de neçar ma ku vekişe.
Êzidiyên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi êrişên DAIŞ’ê rastî fermana 74’an hatin, vê carê bûn hedefa Tirkiyeyê. Di sala 2023’yan de li ser Şengalê ku bi salan bû hedef, gelek êrişên bi SÎHA'yan hatin kirin. Di êrîşa suîqestê ya ku di 2’ê Çileyê de bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê li bajarokê Tilezêr ê Şengalê pêk hat Menal Mêrdîn a 43 salan ji bo şoreşê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Di 27’ê Sibatê de di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de, ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû. Rêvebirê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo Qasim, di 1’ê Adarê de di êrişa bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê de jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa 17’ê Îlonê de ya bi SÎHA'yê ji fermandarên YBŞ’ê Xalid Reşo Qasim (Dîndar Avesta), Raîd Hecî Ferho (Pîran Pîr) û Kemal Îlyas Biro Elî (Çiya Feqîr) jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa bi SÎHA'yê ya di 13’ê Mijdarê de li Şengalê 3 kes birîndar bûn.
Tirkiye û PDK'ê ku tevî êrişên bi çekên qedexekirî yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê nikaribûn bi ser bikevin, tevî piştgiriya artêşa Iraqê jî li Şengal û Mexmûrê rastî berxwedana gel hatin. Gelê ku li dijî êrişan serî hilda, peyama ku dê dest ji axa xwe bernedin.
ROJAVA LI HEMBERÎ ÊRIŞAN LI BER XWE DA
Êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe, Şengal û Mexmûrê, ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çûn. Di êrişa hewayî ya meha Gulanê de ku li ser bajarê Qamişloyê ji aliyê AKP'ê ve hat kirin, Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma hatin qetilkirin. Wezîrê Karên Dervê yê Tirk Hakan Fîdan piştî çalakiya bombeyî ya 1'ê Cotmehê ku li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Navxweyî pêk hat, got: "Hemû binesaz, avahî û tesîsên enerjiyê yên PKK/YPG'yê yên li Iraq û Sûriyeyê, ji niha û pê ve hedefa rewa ya hêzên me ne.” Piştî vê daxuyaniyê di 4’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke berfireh hat destpêkirin. Di êrişan de, herî kêm 110 dever, di nav wan de gelek avahî, binesazî û avahîyên wekî kargeh, nexweşxane, dibistan, bendav, av, kehrebe û parzûngeh û îstasyonên petrolê, bi firokeyên bê mirov û balafirên şer hatin bombebarankirin. Di encama êrişan de 2 jê zarok 47 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 59 kes jî birîndar bûn.
Di bîlançoya 11 mehan de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ve hatiye amadekirin, herî kêm 260 êrişên hewayî yên Tirkiyeyê û tevî hêzên paramîlîter herî kêm 3 hezar û 761 êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin. Di êrişên Tirkiyê yên tevahiya salê de 73 endamên QSD’ê û 13 jê zarok 44 welatî jiyana xwe ji dest dan. 224 sazî û rêxistin bûn hedefa êrişên hewayî yên Tirkiyeyê. Li Efrînê di tevahiya salê de bi beramberiya fidyeyê mirov hatin revandin, darên zeytûnan hatin talankirin û di şerê navbera Îsraîl û Hemasê de ji Xezeyê bi hezaran malbatên hamasî li Efrîn, Cerablûs û Babê hatin bicihkirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di pêşengiya PYD û QSD’ê de li dijî van hemû êrişan li ber xwe da, avakirina modela jiyana nû bi Peymana Civakî ya di meha dawî ya salê de îmze kir, tacîdar kir.
LI ROJHILAT PLANA TESFIYEKIRINA KURDAN
Li Rojhilatê jî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê 19'ê Adarê li Bexdayê di bin banê serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Es-Sudanî civînek li dar xistin û di civînê da, ji bo rawestandina xebatên partiyên rojhilatî yên li Herêma Kurdistana Federe protokola "ewlehiyê" îmze kirin. Bi protokolê re ku di navbera Îran û Iraqê de hat îmzekirin, biryar hat dayîn ku partiyên li herêma Rojhilatê bên bêçekkirin. Di çarçoveya peymanê de ji bo komên li herêmê heta 19’ê Îlona 2023’yan muhlet hat dayîn ku çekên xwe radest bikin û bi malbatên xwe re derbasî kampên li Hewlêr û Silêmaniyê bibin. Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqerî gef xwarin ku ger ev partî heta meha Îlonê çekên xwe daneynin, dê hîn bêtir partiyên kurd ên rojhilatî yên li Herêma Kurdistana Federe hedef bigirin. Piştî ku peyman bi raya giştî re hat parvekirin, Komeleyê ragihand ku ew teslîm nabin û got ku ew ê bersiva êrişan bidin. Li aliyê din Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî ragihand ku Îranê zext zêde kirine, lê ew ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin. PJAK'ê jî ragihand ku ew peymanê qebûl nakin.
Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ku li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî1yê li seranserê cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Ev çalakî di sala 2023'yan de jî dewam kirin. Tevî hemû qedexeyên rejîma Îranê jî, li bajarên Tehran, Îsfehan, Kerec, Gohardeşt, Serable, Şîraz, Qezwîn, Kirmaşan û Sineyê gel bi dirûşmeyên “An azadî yan azadî” li dijî Komara Îslamî daketin qadan.
BANGA 'LOZANA CIVAKÎ'
Kurdên ku li dijî polîtîkayên qirkirin û înkarê yên netew-dewletan, bi taybetî jî Tirkiyeyê li ber xwe didin, di sed saliya Peymana Lozanê de ku Kurdistanê parçe kir, hatin cem hev. Kurdên ku di navbera 22-24’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê meş û konferans li dar xistin, di serî de li Amedê li 4 parçeyên Kurdistanê bi panel û meşan îşaret bi girîngiya yekîtiya kurdan kirin û bal kişandin ser “Lozana Civakî.”
MA / Mujdat Can