AMED - Ji aliyê çand û hunerê ve sala 2023’yan hem bû vejînek, hem jî bû sala astengî û qedexeyan. Hunermend û yek ji rêvebera KASED’ê Devrîm Demîr bal kişand ser qedexeyan û wiha got: “Di sala 2023’yan de bêtehemûliya li dijî çand, ziman û hunera kurdî ya alternatîf derket asta herî jor, lê li gel vê yekê vejînek jî pêk hat.”
Çand û huner, hêmaneke sereke ye ku neteweyan dike netew e. Civak, bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe ji civakên din tên cudakirin. Çand û hunera gelekî çi qasî kevnare û dewlemend be, bingeha civaka wan jî ew qas bihêz e û civak bi vê li dijî hemû kiryarên tunekirinê li ber xwe dide. Yek ji van neteweyan jî neteweya kurd e ku li dijî polîtîkayên bişavtin û çewisandinê zêdetirî sed sal in li ber xwe dide û her ku diçe jî dewlemendtir dibe. Her wiha di nava van salên dawî de li çand û hunera kurdan gelek beşên nûjen jî derketine holê û roj bi roj mezintir dibe. Bi ev qas zext, zehmetî, zorî û qedexeyan jî, hunermendên kurd, çanda kurdî serî netewandin û ji bo kar û xebatên xwe bimeşînin ketin nava hewldanan.
Ji ber vê çendê ye ku çand û hunera kurdî dibe hedefa desthilatê û rastî polîtîkayên bişavtinê tê. Her ku desthilat dixwaze kurdan bêdeng bike, wan biçewisîne, mafên wan bin pê bike, lê çand û hunera kurdan ku di Rojhilata Navîn û cîhanê de ji çand û hunerên herî kevnare û dewlemend e pêşî li van polîtîkayan digire. Bi kilamekê, bi stranekê, bi helbestekê carna jî bi gerandina govendê civaka kurd serî li ber van polîtîkayên desthilatê hildide. Lewma niha jî desthilat zext û bişavtina herî mezin li qada çand û hunerê dide meşandin.
DIBISTANA EGÎDÊ CIMO: DÊ DI GELEK WARÊN HUNERÊ DE PERWERDEHIYÊ BIDE
Yek ji van hewldanan vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ye. Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, ji bo bîranîna muzîkjenê kurd Egîdê Cimo ku yek ji navên girîng ên Radyoya Êrîvanê ye û bi navê "Mîrê Bilûrê" tê naskirin, li Stenbolê hat vekirin. Dibistana ku di 28'ê mijdarê de li Navenda Çandê ya Kozyatagi ya Kadikoyê hat vekirin dê dis erî de di warê muzîkê de û big iştî di gelek warên hunerê de perwerdehiyê bide. Li dibistana ku ji bilî perwerdehiya muzîkê ya teorîk, dê perwerdehiya amûrên cur bi cur ên wekî solfejin û piyanoyê û her wiha perwerdehiya deng û rîtmê jî bê dayîn.
DI 2023’YAN DE MUZÎKA KURDÎ
Di hêla muzîkê de ku di çanda kurdî de cihekî gelek girîng digire, geşedanên girîng çêbûn. Gelek hunermendên kurd stranên nû derxistin û hilberînek berbiçav derket holê. Gelek komeleyan jî xebatên xwe yên di aliyê muzîkê de bênavber domandin. Li Wanê Rojên Muzîkê ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryen a li Wanê xebatên xwe didomîne ve hat lidarxistin û dahata aktîvîteyê diyarî mexdûrên erdhejê hat kirin. Her wiha “5’emîn Rojên Ma Musicê” ya Akademiya Ma Muzîkê di 7’ê hezîranê de dest pê kir. Dîsa Koma Ma, li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Amedê û Colemêrgê konser li dar xist. Dîsa Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi boneya 32’yemîn salvegera xwe di 16’ê kanûnê de bi dirûşma “Roja azad, hunera azad” li navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê konser li dar bixista. Lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bêyî hincetekê nîşan bide, konsera wan qedexe kir. Li dijî vê biryare jî dîsa NÇM'ê konsera xwe li cihêkî cuda li dar xist û ev biryara qedexeyê nas nekir.
HUNERA HERÎ BERBIÇAV: ŞANO
Şano ku bi vegotina çîrokan perçeyek ji jiyana civakê ye, bi lîstikên nû, li gel vê yekê bi qedexeyan re jî rû bi rû ma. Mirov dikare bibêje ku di sala 2023’yan de beşa çandê ya herî pêşketî şanoya kurdî bû. Lîstika “Seyrana Li Çeper” ku ji hêla Nîsk Huner ve hatiye derxistin, 4’ê Çileyê promiyera xwe li Êlihê kir. Lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a Şanoya Bajêr a Amedê ji bo zarokên herêmên erdhejê derket ser dikê. Qeymeqamtiya Tetwanê bêyî sedemekê nîşan bide, lîstika ŞanoWanê ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev bû” qedexe kir. Her wiha Şanoger Erdal Kaya bi stand-upê niha temaşevanan dikenîne û kêfxweş dike. Lîstika “Çinûr” ya drama û yekkesî ku şanoger û derhêner Nazmî Karaman tê de dilîze, promiyera xwe li Şanoya Bajêr a Amedê kir. Lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” ku ji hêla nivîskarê şanoyê Stefan Tsanev hate nivîsandin û Dîlawer Zaraq jî wergera wê kiriye, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê promiyera xwe kir. Dîsa Şanoya Bajêr a Amedê piştî 13 salan cara yekem bi listîkeke kirmanckî derket pêşberî şanohezan û promiyera lîstika bi navê “Strîp Tease” kir.
BÊTEHEMÛLÎ, ZEXT Û BINÇAVKIRIN
Serdozgeriya Komarê ya Amedê beriya hilbijartinê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de, di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran li dijî rojnameger, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl operasyona binçavkirinê li dar xist. Di 25’ê nîsanê de hunermendên weke Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Suvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk û Mesût Baskin hatin binçavkirin.
SALA 2023’AN BÛ SALA MÎHRÎCANAN
Li bakurê Kurdistanê di sala 2023’yan de gelek mîhrîcanên çand û hunerê jî hatin amadekirin. Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Mûnzûrê “21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê” di navbera 3-6’ê tebaxê de bi dirûşma “Li dijî feraseta madenvaniyê em xweza û jiyanê diparêzin” li dar xist. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi pêşengtiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û Komeleya Parastina Xwezayê û Mekanê Xizir “2'yemîn Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê” hat lidarxistin. Li Amedê jî Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman piştî navbera çend salan bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn û hin saziyên sivîl ji nû ve hat lidarxistin. Mihrîcan, tekane mihrîcan e ku tenê belgefilman nîşan dide û dixwaze bingehekî xurt a belgefilman li Kurdistanê ava bike. Her wiha Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ku bi Organîzasyona Sanatça, Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Êlihê hat lidarxistin, rastî eleqeyeke mezin hat. Îsal li Stenbolê jî 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan a bi organîzatoriya KAYY-DER’ê hate lidarxistin. Gelek kes tev li mîhrîcanê bûn û li dijî pişaftina çandî banga piştevaniyê hate kirin. Di sala 2023’an de li dijî mîhrîcanên qeyûman li Amedê 1’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê ku Komeleya Kolana Hunerê ya li Ofisê bi dirûşmeya “Em xwedî li çand, huner û kolana xwe derdikevin” li dar xist.
XWEBÛN Û HEBÛNA NETEWEYEKÊ: ZIMAN
Hêmana herî sereke ku civakekê dike netew zimanê wê ye. Lewma hemû dagirker û desthilatên ku dixwazin neteweyekê asîmîle bike, ewilî êriş zimanê wan dike. Di sala 2023’yan de jî zimanî kurdî ku di nava zimanên herî dewlemend ên cîhanê de di rêza 8’emîn de cihê xwe digire, rastî qedexe û astengiyan hat. Hêj jî di parlementoya Tirkiyeyê de weke zimanê nayê nasîn tê pênasekirin û di belgeyan de weke zimanê “x” tê nivîsîn. Gelek parlementerên DEM PARTÎ’yê ji ber axaftina bi zimanê dayikê tên astengkirin û rastiyê êrişên devkî yên parlementerên partiyên din dibin. Her wiha Serokatiya Karên Diyanetê jî di nava 8 vebijêrkên ziman de cih neda zimanê kurdî û di heman rojan de qeyûmê Şaredariya Bismilê tabelaya têketina Taxa Seletê ya bi kurdî li ser “Hûn bi xêr hatin” rakir û li şûna wê tabelayeke tirkî bi cih kir.
Li dijî vê yekê komeleyên serbixwe yên ziman berxwedaneke bêhempa didin der. Komeleya Lêkolînên ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED- DER), Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê hwd. çend ji van komeleyan in ku xebatên zimanê kurdî di asta herî jor de dimeşînin.
Hunermend û ji rêveberên Komeleya Jinan a Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) Devrîm Demîr têkildarî xebatên çand û huner ji ajansa me re axivî û geşedanên di sala 2023’an de qewîmin nirxand.
‘BÊTEHEMÛLÎ ÎSAL DERKET ASTA HERÎ JOR’
Demîr, anî ziman ku piştî demeke dirêj di sala 2023’an de di qada çand û hunerê de geşedanên girîng çêbûn û got ku di van 8 salên dawî de gelek êriş, qedexe jî li ser çand û hunera bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hatin. Demîr, diyar kir ku berê jî heman zext hebû, lê ji dema OHAL’ê û vir ve ev zext hinekî din zêdetir bûn. Demîr, destnîşan kir ku di sala 2023’an de bêtehemûliya li dijî çand, ziman û hunera kurdî ya alternatîf derket astekî herî jor û wiha pê de çû: “Ji ber ku em weke qada çandê îsal di gelek bernameyên xwe de bi qedexe û astengiyan re rû bi rû man. Lewma mirov dikare bibêje ku ew bêtehemûlî gihişt asta herî jor. Helbet, li dijî vê yekê hewldanek û xwedî derketinek jî hebû. Her wiha projeyên nû jî hebûn di qada çand û hunerê de. Îsal di nava pêvçeneke çandî, şerekî çandî de derbas bû.”
‘HEWLDANÊN HILBERANDINÊ ZÊDE BÛN’
Demîr, bi bîr xist ku ew demeke dirêj bû derfetên xwenîşandana huner û hunermendan ji holê hatibû rakirin. Demîr, da zanîn ku îsal hunermendan weke takekesî û saziyên çand û hunerê yên li bakurê Kurdistanê ji bo ku hunera bidin nîşan dan û dengê xwe ragihînin civakê hewldanên xwe zêde kirin. Demîr, bi lêv kir ku huner û hunermend bi qasî ku bi astengiyan re rû bi rû man jî, li gel vê yekê ev qasî jî xwedî derketinek çêbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava mirov di mijara hilberînê de jî digire dest, sala 2023’an li gor van çend salên bihûrî bi xêr û bêr dikare binirxîne. Hem di hêla şanoyê de, hem di hêla sînemayê de û hem jî di hêla muzîkê de mirov dibîne ku ew hewldana hilberandinê hinekî pêş ketiye û xwe da nîşandan. Ez weke muzîkjenekê gava dinirxînim dibêjim ku di van salên dawî de hilberîn pir kêm bûye û carna jî qet xuya nake. Ya heyî jî de di vê asta tê xwestin de nîne, lê îsal hema bibêje her hunermendek ku me xwe gihandê an jî em nas dikin di nava hewldaneke hilberandinê de ye. Ev yek jî hêviyekê çêdike. Di qada çand û hunerê de hewldanên hilberandin û avakirinê mirov pir bi zelalî dibîne û ev jî geşedanekî girînge ji bo vê qadê.”
QEDEXE Û ASTENGIYÊN HATINE JIYÎN
Di berdewamiyê de Demîr bal kişand ser êrişên li ser çand û hunera kurdî tên kirin û bi bîr xist ku ev 32 sal in li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çanda kurdî xwe bi rêxistin kirî û xebatên xwe dimeşîne. Demîr, anî ziman ku ji sala 1991’ê ve bi avabûna Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) xebatên çandê hatin destpêkirin û ji dîroka damezrandina NÇM’ê û vir ve êrişên li ser çandê bê navber berdewam kirine.
Demîr, bi domdarî wiha got: “Bi dehan caran sazî hatine girtin, xebatkar û hunermend bi êrişan, girtin û binçavkirinê re rû bi rû man e. Ev sal jî saleke wisa bû. Dîsa herî zêde kiryarên girtin û binçav kirin ku bi taybetî li dijî qada çandê û hunermendan derketin pêş îsal bû. Îsal her çi qas êriş pêk hatin jî, ev qas jî, ji bo xwe ji nû ve vejandinê jî gavên girîng hatin avêtin. Plansaziya 6 mîhrîcanan li Kurdistanê hatibû çêkirin. Lê piraniya wan bi qedexeyan re rû bi rû man. Li Êlihê 6’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê hat lidarxistin, lê li Cizîrê, Geverê, Nisêbînê li gelek deveran mîhrîcanên me rastî qedexeyan hatin. Xebata kargehên zarokan ku ew mabûn li rastî qedexeyan nehatî, li Cizîrê ew jî hatin qedexekirin. Ev jî tê wê wateyê ku pergal ji bo xwe qada çandê, çalakiyên hunerî, hewldanên hunermendan çi qas talûke dibîne. Ji ber ku di civakê de hewldan û çalakiyên hunerî rastî eleqeyeke gelekî mezin tên.”
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ HUNER Û HUNERMENDÊN XWEDÎ HELWEST
Demîr, destnîşan kir ku huner çandê ava dike û ev çand jî perçeyek ji nasnameya civakê ye. Demîr, bi lêv kir ku civakek bi çanda xwe hebûna xwe diparêze û ji ber vê yekê jî çand rastî êrişan tê. Demîr, da zanîn ku di vê sed salên dawî de ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve civak, çi qas bi awayekî fîzîkî jî rastî qirkirinê hatibe, ew qas jî, ji hêla çandî ve rastî êrişan hatiye û polîtîkayên bişavtinê li ser vê civakê hatiye meşandin. Demîr, anî ziman ku di roja îro de ev yek gihiştiye asta herî jor û ev tişt got: “Em dinêrin ku hemû çalakiyên çandî tên qedexekirin û astengkirin. Hunermendên ku xwedî seknekê ne û muxalîf in bi qedexe û astengiyan re ru bi rû dimînin. Ji hêlekê ve konser, şanoyên kurdî, stran tên qedexekirin, hunermend tên binçavkirin, lê ji hêlekê ve jî em dibînin ku hinek kes, hinek nav cih û deverên ku dixwazin dikarin konser an jî çalakiyên xwe li dar bixin. Lê gava mirov naveroka çalakiyê dinêre divê mirov bipirse ‘Gelo ev çi dide civakê?’. Divê mirov wisa binirxîne. Gelo ev kes ji bo qedexeyan tiştekî dibêje, an jî bertekekê nîşan dide? Na nade, ji ber ku bertek nîşan nade ew kes dikarin çalakiyên xwe li dar bixin. Em pergalê dinêrin, rastiya civakê qedexe dike û dixwaze li şûna vê rastiyê alternatîfan çêbike. “
‘LI NISÊBÎNÊ MÎHRÎCANA HAMSIYAN’
Demîr, anî ziman ku cihên ku hişmendiya civakî ya kurdbûyînê li wan deran zêde ye, bi taybetî pergal polîtîkayên xwe yên li ser bişavtina çandî û zimanî li wan deran dixwaze xurt bike û bimeşîne. Demîr, da zanîn ku li Cizîrê, Bazîdê, Geverê, Nisêbînê, Amedê hwd. gelek dever û bajarên Kurdistanê di bin banê mîhrîcanan de hinek çalakî tên organîzekirin û ev tişt anî ziman: “Lê ji hêla naverokê ve tu eleqeya van bernameyên qaşo hunerî û çandî bi vê civakê re tune ye. Tu dinêrî ku hemû naverok ji polîtîkayên bişavtin û şerê taybet re xizmetê dike. Wekî din ti eleqeya xwe bi vê civakê re nîne. Weke mînak, tên li Nisêbînê ‘Mîhrîcana Hamsiyan’ li dar dixin. Em pir baş dizanin ku ev tişt hemû êrişên li ser bîra mirov û civakê ne.”
‘DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ ERKA XWE BI CIH BÎNIN’
Demîr, diyar kir ku ji hêla fîzîkî ve êrişek heye, ji hêla ziman ve êrişek heye ku ziman hêj jî qedexe ye, çalakiyên hunerî qedexe dikin û çandê ji holê radikin. Demîr, destnîşan kir ku ev yekser êrişek li dijî bîra mirov e û axaftina xwe wiha domand: “Ji xwe gava bîra te ya çandî hat paqijkirin tiştek ji nasname, hebûn û xwebûna te namîne li holê. Ji ber vê yekê ye ku êrişên li ser çandê û qada hunerê ne ji rêzê ne û hemû bi plankirî û zanebûn tên kirin. Divê mirov baş bixwîne, binirxîne ku emcamekê jê derxîne. Li dijî vê yekê jî tişta ku bê kirin xurt kirina çanda kurdî ye. Divê her beşa civakê tişta ku dikeve li ser milê xwe bike. Hunermend hewceye ku ji her carê bêtir ew xeta hunera azad xwedî derbikeve û meşa xwe bi biryardayîn bimeşîne. Ev yek hewceye ku bandora xwe li hilberîna hunermendan bike.”
‘BI XWEDÎ DERKETINÊ DIKARIN LI DIJÎ QEDEXEYAN BIBIN BERSIV’
Demîr, bal kişand ser xurt kirina çand û hunera kurdî û bi domdarî ev tişt got: “Gelek caran nîqaş tê kirin û dibêjin ku huner tiştekî cuda ye, meseleyên civakî û siyasî hinekî cuda ne. Ev yek ji bo civakeke weke me ne derbasdar e. Hunermendên vê civakê mecbûr in ku polîtîk bin. Ji ber ku rastiyeke me ya xwebûn û hebûnê heye, rastiyeke me ya civakî heye. Ev yek jî heke hunermend di hilberînên xwe de vê yekê bihonin û nîşanî civakê bidin dê pêk bê. Dîsa civak jî hewceye ku ya ‘xwe’ xwedî derbikeve. Tişta ku niha li civakê ferz dikin ne tiştekî wan an jî aîdê wan e. Çand, huner û zimanê kurdî bi xwedî derketinê, bi pêşxistinê dikare li dijî qedexe û astengiyan bibe bersiv.”
‘GEŞEDANÊN ÎSAL JI BO PÊŞEROJÊ JÎ HÊVIYEK E’
Demîr, di dirêjiya axaftina xwe de behsa xebatên ku îsal ên hatine kirin, dê bandoreke çawa li ser siberojê bike, kir û da zanîn ku hewldanên ku îsal ji bo siberojê jî hêviyeke. Demîr, anî ziman ku sedema hêviyê jî weke ji ber ku xebatên îsal bi navê ‘vejînê’ xwe bi rêxistin kiriye nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji nû ve xwe vejandin, ji nû ve dest pê kirin, ji nû ve xwe ava kirin. Helbet ne dirûşmeyeke wisa ji rêzê ye, girîngiyek û giraniyeke wê heye. Ji îro û şûnde jî ew ê xwe li ser vê yekê pêş bixe, xebatên xwe belav bike. Gava mirov lê dinêre û dibîne ku ev hewldan û tiştên tên kirin li gel hemû astengiyan hinekî hêviyê jî dide avakirin. Ji hêlekê ve krîza aborî tê jiyîn, ji hêlekê ve hemû sazî û dezgeh hatine girtin û ti qadên ku tu bikarî xwe lê bînî ser ziman nîne. Lê ji nû ve vejandinek û xwedî derketinek çêbû. Her wiha xebatên îsal ji hêla civakê ve jî rastî eleqeye zêde hat. Mirov di vir de dibîne ku çi qas pêdiviya civakê jî bi tiştekî wisa hebû. Gava tu tiştekî aîdê civakê dikî ‘Civak helwestek çawa nîşan dide û nêzîkatiyek çawa derdikeve holê?’ ev jî hat dîtin. Hem ji bo civakê hem jî ji bo me bû hêviyek. Ev hêvî dê bê mezinkirin û ew ê bandora xwe li siberojê jî bike.”
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag