365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sala 2023’yan ku bi Şerê Rûsya-Ûkraynayê dest pê kir, bi ji nû ve destpêkirina Şerê Îsraîl-Fîlîstînê re diqede. Saleke ku bi kaos û xizaniya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku hêzên hegemon kûrkirin bi xwe re anî, bû şahidê kêfxweşiya kêmaniyan û hilweşina mirovahiyê. 
 
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê piştî ku Yekîtiya Sovyetan ji hev belav bû, pergala ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser cîhanê ferz kir, hilweşîn û ji nû ve avabûna dewletên netewe yên piştre, şerê hegemonya yê hêzên herêmî û global ên li vê hawirdorê bi teşe bûn, êrîşên dagirkeriyê û şoreşên li dijî wê hatin kirin, li Rojhilata Navîn belav bû, kûrtir bû. Îdiayên netew dewletan ên çareseriya ji krîzan re, ji kûrkirina krîzên heyî wêdetir derbas nebûn û bi îndeksa hêrsa qezenckirinê dest bi lêgerîna bajarên nû kirin. Karesatên xwezayî yên li Tirkiye û Fasê derketin holê raxist ber çavan ku ne erdhej, pergal bû sedemê bi hezaran mirova jiyana xwe ji dest bidin. Tevahiya salê li Efrîkayê darbeyên leşkerî çêbûn. Fransa piştî darbeyan neçar me ku leşkerên xwe ji cihên ku dagirkiriye paş ve bikişîne. Di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de, ku 20’ê sibata 2014’an dest pê kir û 24’ê sibata 2022’yan giran bû, Kîevê êriş kir, lê bi ser neket. Di dema şerê Ûkrayna û Rûsyayê bênavber dewam kir de şerê Îsraîl û Filistînê ku jinûve dest pê kir, rojeva cîhanê hejand. Di sala 2023’yan de ku şahidî ji şer, karesatên xwezayî û darbeyan re kir, gelên ku gotin “Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêkan e” berxwedana xwe li tevahiya cîhanê mezin kirin. Şermezarkirinên li dijî gavên berfirehkirina NATO’yê, krîza enerjiyê, koç, şerê Qerebaxa Çiyayî, berxwedanên jinan û krîza aboriyê ku li gelek welatan destpêkirin bûn geşedanên girîng ên salê. 
 
ŞERÊ ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ 
 
Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de ku krîzeke pergala netew dewletbûnê ava kiriye mohra xwe li sala 2023’yan da. Şerê di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de bi êrîşên ku Hamasa bi “Tevgera Berxwedana Îslamî” tê navkirin di 7’ê cotmehê de dan destpêkirin, careke din derket. Şerê ku di 14’ê gulana 1948’an de di dema îlankirina dewleta Îsraîlê de dest pê kir, bû krîzeke ku pergala netewdewletê ava kiriye. Tel Avîv ku soz da Hamasa ku ji aliyê Amerîka û YE’yê ve weke ‘rêxistina terorê’ tê pênasekirin ‘ji holê rake’. Bi awayekî dijwar Xeza bombebaran kir. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ji destpêka şer û vir ve herî kêm 19 hezar û 453 Filistînî ku nêzî du ji sêyan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dane û 52 hezar û 286 jî birîndar bûne. Ji ber dorpêça zêde û êrîşên hewayî yên dijwar ku Îsraîlê ferz kiriye, li Xezayê pirsgirêka av, ceyran, xurek û dermanan heye. Bomberdûmana dijwar a ji 7’ê cotmehê û vir ve li dijî Şerîda Xezayê ya hatiye dorpêçkirin tê kirin, bû sedema nerazîbûneke mezin û bi sedan protestoyên girseyî yên li gelemperiya cîhanê. Bertekên li dijî Îsraîlê bi zêdebûnê berdewam dikin, rêveberiyên Ewropa û Amerîkayê yên piştgiriyê didin Îsraîlê, li dijî rexneyên ji welatê wan û cîhanê hatin gotinên xwe yên mirovî zêde kirin. 
 
RAGEŞIYA ÇÎN Û AMERÎKAYÊ 
 
Têkiliyên di navbera Amerîkayê û Komara Gel a Çînê de di sala 2023’yan de weke tu caran nebûyî tevlihev bûn. Di 18’ê hezîrana 2023’yan de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken bi hêviya nermbûna têkiliyan serdana Pekînê kir û nêzî 8 saetan bi hempîşeyê xwe yê Çînî Qin Gang re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtina di navbera Serokê DYA’yê Joe Biden û Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng de roja 16’ê mijdarê li Kalîforniyayê bi nêzîkbûneke baldar bi dawî bû. Xi soz da ku wê îxracata pêkhateyên fentanîl ên ji bo DYA’yê sînordar bike, tê payîn ku têkiliyên di navbera hêzên çekdar ên her du welatan de jî ji nû ve bên destpêkirin. Di mijara Taywanê de jî alozî didome. 
 
ŞERÊ ÛKRAYNA Û RÛSYAYÊ 
 
Artêşa Rûsyayê di şerê 24’ê sibata 2022’yan dest pê kir de bi hêzên xwe yên bi 300 hezar leşkerên yedek hatin zêdekirin re careke din êrişî herêma Donbasê ya li rojhilatê Ûkraynayê kir. Moskowayê ragihand ku ji dagirkeriya meha Gulanê ve di şerê herî dirêj û bixwîn de Bahmût bi dest xistiye. Kîevê di meha hezîranê de dest bi êrîşeke dijber kir û hewl da axa ji aliyê Moskowayê ve hatiye dagirkirin ji nû ve bi dest bixe lê tenê çend gundên li başûr û rojhilat bi dest xistin. Di 24’ê hezîranê de şervanên serhildêr ên ji koma Wagner ber bi Moskowayê ve bi rê ketin. Serokê komê Yevgenî Prîgojîn ê ku bi paş ve gav avêt, piştî du mehan di qezaya balafirekê de jiyana xwe ji dest da. Kîevê îdia kir ku di nava meha mijdarê de artêşa rûsan a li herêma Hersonê çend kîlometreyan bi paş ve biriye. 
Nûnerê Cenevreyê yê Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA)û Dîrektorê Yekîneya Koordînasyonê Ramesh Rajasingham ragihand ku ji destpêka şer û vir ve li Ûkraynayê 9 hezar û 900 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Wekî din, hat ragihandin ku di hilbijartinên serokatiyê yên di navbera 15-17'ê adara 2024'an de li Rûsyayê werin kirin, wê li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê sindoq bên danîn. Li aliyê din serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî agahdar kir ku ew ê di hilbijartinên serokkomariyê yên di dema pêş de bibe namzet. 
 
ŞERÊ QEREBAXA ÇIYAYÎ
 
Azerbaycan’ê di 19’ê îlonê de li dijî Qerebaxa Çiyayî ku zêdetir ermen lê dijîn û Baku û Êrivan zêdetirî 30 salan e li ser nîqaş dikin operasyon da destpêkirin. Rayedarên herêmî di nava 24 saetan de teslîm bûn û agirbest pêk hat. Dawiya şer aliyê Qerebaxa Çiyayê ragihand ku 27 kes mirine û zêdetirî 200’an jî birîndar bûne. Piştî êrişê zêdetirî mirovên li herêma ku nifûsa wê ji 120 hezaran pêk dihat derbasî Ermenistanê bûn, rêveberiya ermenan ragihand ku xwe fes kirine. Dîwana Edaletê ya Navnetewî ji Bakuyê xwest ku destûrê bide şêniyên Qerebaxa Çiyayî bi awayekî “ewle” paş ve vegerin. Hevdîtinên di bin navê navbeynkariya navnetewî de dihatin meşandin biserneket.
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDISTANÊ BERDEWAM KIRIN 
 
Êrîşên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê Nîsana 2022’yan de dabû destpêkirin, di sala 2023’yan de jî dewam kir. Dewleta tirk a di êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê de windahiyên mezin da, nikarî tişta dixwaze bi dest bixe, berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî êrişa di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a di nava Wezareta Karên Hundir de pêk hat, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî topyekûn hedef hate girtin. Di êrîşên ku piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a li ser mijarê di 4’ê cotmehê de destpê kir de, tevî kargeh, nexweşxane, dibistan, bendav, îstasyonên av, ceyranê û petrolê û rafîneriyên binesaziyê û sererd herî kêm 110 herêm ji aliyê balafirên bê mirov û balafirên şer ve hatin bombekirin. Di encama êrîşan de 2 milyon kes bê nexweşxane, av, ceyranê û gaza xwezayî man. Li gelek deverên cîhanê bi taybetî Kurd û dostên wan daketin kolanan û nerazîbûnên xwe yên li hemberî êrîşan anîn ziman. Wezîrê Edaletê Marco Buschmann li ser navê hikûmeta Alman bersiv da pirsên li ser êrîşan û got: “Ev êrîş nayên qebûlkirin, ku ev yek ji aliyê însanî ve binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.” Di dema êrîşan de balafireke biçek a bê mirov (SÎHA) ya aydê Tirkiyeyê ji ber ku ji bo leşkerên Amerîkayê weke gefekê dihat dîtin hate xistin.
 
LI ÎRANÊ GELEK KES HATIN GIRTIN 
 
Li Îranê tevî hewldanên astengkirinê jî berxwedana “Jin jiyan azadî” ya rê li ber tevgereke şoreşgerî ya navnetewî vekir mohra xwe li salê xist. Di dema berxwedanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hezar û 700 kes hatin girtin. Ji hezar û 700 kesan 900 ji kurdan 302 jî ji Belûcan pêk hat. Di şoreşa “Jin jiyan azadî” de piştî şermezarkirinên bi qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kirin 13 jê zarok, 8 jê jin herî kêm 125 hêzên ewlehiyê yên kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin. 
 
NÎQAŞA HEVDÎTINA ERDOGAN Û ESAD 
 
Pêşketineke din a di nava salê de li eniya siyasî rû da, hewldanên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bû ku hewl dida bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinê bike ku beriya niha jê re digot 'kujer' û 'terorîst'.
Erdogan diyar kir ku ew dikarin bi Esadê ku jê re “kujer” dibêjin re hevdîtinê bikin û got: “Weke Rûsya-Tirkiye-Sûriye me bi civîna wezîrên xwe yên parastinê re dest bi pêvajoyekê kirin. Em ê wezîrên xwe yên karên derve weke sêalî bînin cem hev. Piştre li gorî geşedanan em ê weke lîder werin cem hev. Fikara me ew e ku aramiya li herêmê pêk were û aştî li herêmê serwer bibe.” Esad têkildarî nîqaşên hevdîtinê wiha got “Terora li Sûriyeyê ji ber Tirkiyeyê ye” û xwest Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve. Esad têkildarî plana hevdîtinê ji pirsa rojnamevanan re ev bersiv da: “Heke rojekê ez neçar bimînim ku vê bikim, ez ê pê serbilind nebim. Ez ji îslamîstên bi vî rengî yên keysperest nefret dikim.”
 
LI CÎHANÊ HILBIJARTIN Û GEŞEDANÊN SIYASΠ
 
Li Efrîkayê di sala 2023’yan du darbeyên leşkerî çêbûn. Li Nîjerê artêşê di 26’ê tîrmehê de “rewşe ewlehiyê ya xerab dibe” weke hincet nîşan da û dest danî ser rêveberiyê. Serokwezîrê hate xistin ji wê rojê ve li mala xwe di bin tecrîdê de ye. Li Gabonê, piştî hilbijartina serokkomariyê ku ji ber nelirêtiyan hate rexnekirin, di 30’ê tebaxê de darbeya leşkerî dawî li desthilata Alî Bongo Ondîmba anîbû. General Brice Oligui Nguema ku bi darbeyekê hikûmeta Bongo ya 55 salî hilweşand û rêveberiya leşkerî dewr girt, soz da ku saziyên welat wê demokratîktir bibin. Şerê ku ji 15’ê nîsanê û vir ve li Sûdanê di navbera artêşa bi serkêşiya General Abdel Fettah El Bûrhane û hêzên paramîlîter ên fermandarê berê Mohamed Hamdane Daglo diqewime, bû sedem ku zêdeyî 10 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin. Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Sûdanê Mihemed Tewfîq Meşel ragihand ku Sûdan a bi şer re rû bi rû ye rastî krîza herî xirab a koçberiya cîhanê tê û nêzî 6,8 milyon kes ji cih û warên xwe bûne. 
 
Fransa di sala 2023’yan de ji ber şer û pevçûnan neçar ma leşkerên xwe ji du koloniyên xwe yên berê Bûrkîna Faso û Nîjerê vekişîne. Li Misrê, di hilbijartinên serokkomariyê yên 18'ê Kanûnê de Abdel Fettah el Sîsî bi ser ket. El Sîsî cara sêyemîn bû Serokkomar. Li Ekvadorê, namzetê Serokkomariyê Fernando Vîllavîsîncîo ku weke kesayetekî li dijî gendeliyê dihate naskirin beriya hilbijartinan di 10’ê tebaxê de li paytext Qûîtoyê di encama gulebaranê de hatibû kuştin. Serokwezîrê berê yê Pakîstanê Îmran Han, ku ji ber diyariyên di dema erkdariya xwe de wergirtî, ji gendeliyê sûcdar hat dîtin, di 5’ê tebaxê de hat girtin.
 
KARESATÊN XWEZAYÎ CÎHAN HEJAND
 
Ji bilî geşedanên siyasî karesatên erdhej û lehiyê jî sala 2023’yan hejand. Yek ji erdhejên 100 salên dawî, erdheja bi dijwariya 7,8 pileyê bû ku di şeva 6’ê sibatê de navenda wê Mereş bû û bandora li 11 bajaran kir. Nêzî 6 hezaran li Sûriyeyê herî kêm 56 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Herêma Marakeş a Fasê di 8’ê îlonê de bi erdhejeke dijwar hejiya. Di erdheja bi pileya 6,8 de nêzî e hezar kes mirin, zêdetirî 5 hezar û 600 kes jî birîndar bûn. 
 
Li gorî Rasatxaneya Ewropayê Copernicusê, ji bilî erdhejan, mehên ji hezîranê heta cotmehê, li gelemperiya cîhanê yên herî germ bûn. Van germahiyan rê li ber ziwabûn, şewatên hilweşîner û bahozên xurttir vekir. Kanadayê îsal demsaleke şewata daristanan a dîrokî derbas kir û zêdetirî 18 milyon hektar şewitîn û 200 hezar kes koçber bûn. Şewatên li Hawaiyê di meha tebaxê de derketin, li bajarokê Lahaina yê tûrîstîk ê li Maûiyê bû sedemê mirina 97 kesan. Li herêma Evros a Yewnenistanê şewata herî mezin a li Yekitiya Ewropayê hate qeydkirin derket. Di şewatê de herî kêm 26 kes mirin. Di meha îlonê de karesata lehiyê deştên hilberîner ên Teselyayê xerab kirin û bû sedema mirina 17 kesan. Di erdheja bi pileya 6.3 di 7’ê cotmehê de li wîlayeta Herat a Efxanistanê pêk hat de herî kêm 2 hezar û 53 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hejmarên fermî di 10’ê îlonê de li rojhilatê Lîbyayê ji ber lehiyê zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdheja herî dawî di 19’ê kanûnê de li Çînê bi pileya 6.2’yan pêk hat de li gorî agahiyên ewil 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û 220 kes jî birîndar bûn. 
 
LI GELEK WELATAN KRÎZA PENABERAN
 
Dîrektorê New Yorkê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Ruven Menikdiwela, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê New Yorkê yê DYA’yê li ser rewşa koçberên li Behraspî daxuyanî da. Menikdiwela diyar kir ku di sala 2023’yan de di navbera mehên çile-îlonê de herî kêm 2 hezar û 500 koçberên ku xwestine ji Behraspî xwe bigihînin Ewropayê an mirine an jî windabûne. Ji çileyê heta 24’ê îlonê bi qasî 186 hezar kesan bi rêya deryayê xwe gihandin başûrê Ewropayê. Ji van 130 hezar derbasî Îtalyayê bûn. Ev yek li gorî heman serdema sala 2022’yan, ji sedî 83 zêdebûnek e. Menikdiwela yê diyar kir ku îsal heta 24’ê Îlonê zêdetirî 2 hezar û 500 kes mirine yan jî winda bûne da zanîn ku di heman serdemê de di sala 2022’yan de hezar û 680 kes mirine yan jî winda bûne. Li Îtalyayê hikumetê li dijî zêdebûna penaberan a li Behraspî di 12’ê nîsanê de 6 mehan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. 
 
LI CÎHANÊ XIZANÎ KÛR BÛ
 
Ji ber pevçûnên ji ber rewşa bêdawî ya pevçûnê, ku pirsgirêkeke netewe dewletê ye, krîza xurekê ya li cîhanê heye di sala 2023’yan de mezin bû. Li gorî Rapora Krîzên Xurekê ya Global (GRFC) 2023’yan ku ji hêla Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya NY’yê, Yekîtiya Ewropa (YE) û endamên din ên Tora Global a li dijî Krîza Xurekê (GNAFC) ve hate ragihandin ku; li 58 welatan an jî li herêmên ku krîzên xwarinê dijîn nêzî 258 mîlyon mirov di bin ewlehiya xwarina akut re rû bi rû ne û hewcedariya wan a lezgîn bi alîkariya xwarinê heye. Ev hejmar, weke daneyên herî bilind ên rapora GRFC ya 7 sal in tê amade kirin, hat qeydkirin. Li gorî raporê, li Efxanistan, Komara Kongo ya Demokratîk, Etiyopya, Yemen û Nîjeryayê, ji sedî 40’ê nifûsê di asta bilind de tengaviya xwarina akut dijîn. Mirovên li Somalî, Efxanistan, Bûrkîna Faso, Haîtî, Nîjerya, Sûdana Başûr û Yemenê dijîn, di asta karesatê de bi bêewlekariya xureka akut re rû bi rû man. Ji van ji sedî 57 li Somaliyê dijîn, Haîtî jî cara ewil kete nav vê kategoriyê. Nêzî 35 milyon kesên li 39 welatên cuda dijîn di asta birçîtiya akût a lezgîn de dijîn. Ji nivîyê van zêdetir li Efxanistan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Sûdan û Yemenê cih girt. 
 
LI CÎHANÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ 
 
Di sala 2023’yan de ku pevçûn, krîz û kaos jê kêm nebûn rojnamevan jî bi awayekî neyînî bi bandor bûn. Li gorî Rapora Bîlançoya Azadiya Çapemeniyê ya 2023’yan Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) hate diyarkirin ku Rêveberiyên zextker ên li Tirkiye û Îranê li ser girtin û berdana hertim hatiye avakirin. Di raporê de bi serenavê “Tirkiye; ji bo çavtirsandinê girtin” hate ragihandin ku bi taybetî rojnamevanên kurd ji aliyê desthilatê ve “hedef tên girtin”. RSF’ê ragihand ku di sala 2023’an de 45 rojnamevanên li gelemperiya cîhanê dema hewl didan raya giştî agahdar bikin hatine kuştin. RSF’ê diyar kir ku ji 23 rojnamegerên ku di qada şer de hatine kuştin, piştî êrîşên Hamasê yên di 7’ê Cotmehê de li Şerîda Xezayê 13, li Lubnanê 3 û li Îsraîlê jî yek jê hatine kuştin. RSF’ê diyar kir ku bi giştî hejmara rojnamevanên li herêmê jiyana xwe ji dest dane bûye 61. Di heman demê de Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku ji 7’ê cotmehê û vir ve di êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê û piştî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 64 rojnamevan hatine kuştin ku 57 jê Filistînî, 4 Îsraîlî û 3 Lubnanî ne. Li gorî daneyên CPJ’yê di heman demê de 13 rojnamevan birîndar bûn, 19 jê hatin binçavkirin û aqûbeta 3 rojnamevanan jî nayê zanîn. 
 
XELATA ROJNAMEVANIYÊ YA HERÎ BERXWEDÊR
 
Her wiha “Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr” a ku ji hêla Free Press Unlimited ve hate lidarxistin, dan Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû. Di Sala 2023’an de di “Rapora Azadiya li ser înternetê” ya Freedom House de, Tirkiye îsal di lîsteya “welatên ku înternet lê ne azad e” de cih girt. Di raporê de hate ragihandin ku Serokkomarê AKP’î Erdogan û desthilat, qanûnên ku sansurê zêde dikin û ragihandina li ser înternetê krîmînalîze dikin xistine meriyetê. 
 
GEŞEDANÊN DIN ÊN GIRÎNG ÊN QEWIMÎNE
 
Hin geşedanên din ên girîng ên li dinyayê qewimîne wiha ne:
 
1’ê sibatê: Li Brîtanyayê nêzî 500 hezar kes beşdarî greva giştî bûn ku sendîkayên li Brîtanyayê li hemberî zêdebûna enflasyonê daxwaza zêdekirina mûçe ji bo karmendan kirin.
 
23’yê nîsanê: Li Îsraîlê, li dijî reforma edaletê ya ji aliyê hikûmeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ve hat ferzkirin, gel daket kolanan. Çalakiya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, weke protestoya herî mezin a welat hate nirxandin.
2’yê hezîranê: Li eyaleta Orîssa ya Hindistanê, di qezaya trenê ya ku du rêwî û treneke bar di nav de bûn de herî kêm 288 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
30’ê hezîranê: Di xwepêşandanên piştî mirina ajokarê bi navê Nael M. ê 17 salî ya di encama guleberdana polîsan a di dema kontrola trafîkê ya 27’ê hezîranê de li Fransayê dest pê kir û 4 rojan dewam kir de, zêdeyî hezar kes hatin binçavkirin. 
 
22-23’yê tîrmehê: Di pêşengtiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe de li eywana kongreyê ya Beaulieu ya Lozanê ku peyman lê hatiye îmzekirin, konferanseke 2 rojan berdewam kir hate lidarxistin. 
 
30’ê tebaxê: Talîbanê ku piştî li Efxanistanê rêveberî bi dest xist gelek mafên mirovan ji holê rakir, li bajarê Heratê amûrên muzîkê şewitandin. Her wiha bi hinceta binpêkirina polîtîkayên weşanê radyoya “Dengê Jinan” hate girtin. 
 
19’ê tebaxê: Di Konferansa Navneteweyî ya Tecrubeyên Tevgerên Jinan de ku li Beyrûtê hate lidarxistin, biryar hate dayin ku berxwedana hevpar a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were mezinkirin.
 
31’ê tebaxê: Hat ragihandin ku li Yemenê di nava 7 mehan de 413 kes ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dane. 
 
10’ê îlonê:  Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan bi Serokkomarê Misrê Abdûlfettah El Sîsî re ku beriya niha weke “darbekar û kujer” hedef girtibû, hevdîtin kir. 
 
24’ê îlonê: Li Bangladeşê di encama şewba taya dangê de herî kêm 909 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
27’ê îlonê: Li gorî rapora Endeksa Sûcên Organîzeyî ya Global a 2023’yan; Tirkiye li cîhanê di rêza 14’emîn de û li Ewropayê jî di rêza yekemîn de cih girt.
 
5’ê cotmehê: Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2023’yan, ji ber ‘lîstikên wî yên nûxwaz û pexşanên wî’ ji nivîskarê Norwêcî Jon Fosse re hat dayîn. Xelata Nobelê ya Tibê ya 2023’yan dan Katalîn Karîko ya macar û Drew Weissman ê emerîkî ku pêşengên derziyên RNA ya peyamnêr ku rê li ber pêşxistina derziyên li dijî Kovîd-19’ê vekirin. 
 
3-5’ê mijdarê: Li Parîsê ji aliyê tora “Ciwan Dîrokê Dinivîsînin” ve Konferansa Ciwanan a Cîhanê hate lidarxistin. Konferansa ku bingeha xwe ji konferansên di sala 2015’an de li Amedê û di sala 2019’an de li Kobanê hatin lidarxistin wergirt, diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
MA / Emrûllah Acar