Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê

img
ÎZMÎR - Karkerên ku di sala 2023’yan de li dijî betalî, xizanî û bêrêxistinbûyînê li ber xwe dan, gelek destkeftî bi dest xistin.
 
Krîza neolîberalîzmê li hemû cîhanê bandorên xwe wekî qeyranên aborî, xizanî, bêkarî û mirinê nîşan dide. Bi krîza aboriyê ya kûrewî ya sala 2008'an re ku hê jî bandorên wê didomin û pandemiyê re, modernîteya kapîtalîst ket nava krîzeke ku nayê çareserkirin. Barê krîzê jî li çar aliyê cîhanê ket ser milê karkeran û mafê wan yek bi yek ji destê wan hat girtin. Karkerên ku ji ber van polîtîkayan bi xizaniyê re rû bi rû man, sala 2023'yan bi berxwedanê derbas kirin.
 
Wekî li seranserê cîhamê li Tirkiyeyê jî karker sala xwe di bin van zext û zordariyan re derbas kirin û kêliyekê jî dest ji berxwedanê bernedan. Li gorî Endeksa Mafên Gerdûnî ya ku ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) ve di meha Tîrmehê de hat eşkerekirin; di nav 149 welatan de Tirkiye jî di nav 10 welatên herî xerab ên karkeran de cih girt. Li gorî rapora ITUC'yê; li Tirkiyeyê grev hatin tepisandin, endam û rêveberên sendîkayan hedef hatin girtin û hatin binçavkirin û girtin. Di rastiyê de êrişên li dijî azadî û mafên karkeran di sala 2023’yan de jî berdewam kirin û karkerên ku hewl dan xwe bi rêxistin bikin ji kar hatin avêtin; karkerên li hemberî vê yekê li ber xwe dan jî rastî êrişa polîsan hatin, hatin binçavkirin û girtin.
 
QANÛNÊN LI DIJÎ KARKERAN
 
Sala 2023’yan jî bû ew sal ku bûn mexdûrên wan qanûnên ku dihat gotin ji bo karkeran hatine çêkirin. Piştî ku di meha Çileyê de pêşnûmeya girtina personelên bipeyman ên ku di sektora cemaweriyê de dixebitin pêşkêşî Meclisê hat kirin, 214 karkerên di şîrketên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Ordûyê ya AKP'î de dixebitîn, wekî karkerên bipeyman hatin tomarkirin. Heman rojê ji personelên ku wekî yên biqadro hatin tomarkirin peyama "Peymana we hat betalkirin" hat şandin. Pêşnûma di 31'ê Adarê de ji aliyê Meclisê ve hat qebûlkirin û bû qanûn, lê hejmara karkerên ku hatin wezîfedarkirin gelekî kêm ma. Dîsa di meha Çileyê de jî sererastkirina rêziknameya der barê Kesên Teqawîtbûyî (EYT) de ku bi mîlyonan karkerên bi hêviya wê malnişin bibin krediyên bar giran kirşandin, bi sed hezaran mexdûr li pey xwe hiştin. 
 
BETALÎ MAYINDE DIBE
 
Li gorî îstatîstîkên Hêza Kar a Cotmeha 2023’yan ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) weşandiye; rêjeya bêkariyê ya fermî bû ji sedî 8,5. Li gel ku TUÎK'ê beşa "yên ku di warê peydekirina kar de hêvîşikestî bûne" li vê rêjeyê zêde nekir. Li gorî daxuyaniya Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi giştî rêjeya bêkariyê ji sedî 21,3 e. Dema ku polîtîkaya aboriyê ya hikûmeta AKP’ê krîz derxist asteke pêşî li ber nayê girtin, betalî êdî veguherî tiştekî mayinde. Di encamê de li gorî daneyên ÎŞKUR'ê, serlêdanên ji bo heqê bêkariyê ku di sala 2012'an de ji 609 hezar û 530 kesan bû, di sala 2022'yan de bû milyonek û 707 hezar kesî. Lêbelê, tenê ji sedî 47 ê kesên ku serlêdan kirin fon hatin dayîn. Dîsa ji 969 hezar û 803 betalên ku di 7 mehên ewil ên sala 2023'yan da ji kar hatin avêtin, tenê ji bo 439 hezar û 66 betalan hatin dayîn.
 
PIRSGIRÊKA DEBARÊ KÛR DIBE
 
Li gorî daneyên TÛÎK'ê; ldi meha Mijdarê de rêjeya enflasyonê 61,98 bû. Lê li gorî lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) di meha Mijdarê de sînorê birçîbûnê weke 14 hezar û 24 TL hat tomarkirin. Li gel van daneyan, xizanî jî li hemberî mûçeya herî kêm (11 hezar û 400 TL) zêde dibe û bi mîlyonan karker û kedkarên ku nikarin debara xwe bikin, nikarin çareyekê peyda bikin. Di vî warî de yek ji mînakên herî balkêş jî zêdebûna koçberiya xebatkarên tenduristiyê bû. Li gorî daneyên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB); Serlêdanên "rewşa liv û tevgera baş" a ku xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin derveyî welat distînin gihaşt 2 hezar û 785'an. Li gorî anketa ku ji aliyê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Îş) ve hat kirin, ji sedî 94,6'ê mamostayan mûçeyê ku distînin kêm dîtin û ji sedî 91'ê wan jî gotin ku nikarin debara xwe bikin. 
 
KARKERÊN SENDÎKAYÎ
 
Di vê rewşê de karkerên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin bi rêxistinbûnê li çareseriyê digerin. Lê belê li gorî daneyên fermî, li Tirkiyeyê rêjeya sendîkabûnê ji sedî 14,7 e û ji 16,4 mîlyon karkerên qeydkirî tenê 2,4 mîlyon sendîkayî ne û 14 mîlyon karker jî ne sendîkayî ne. Karkerên ku dixwestin di sendîkayan de xwe birêxistin bikin, wekî salên borî îsal jî ji karê xwe bûn. Li Îzmîrê li Serayê Agrobayê 39, li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê li Lufian Tekstîlê 200, li Bolûyê li Fabrîqeya Pêlavan a Gezerê 100, li Amedê jî li Şirketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ) a Dîcleyê bi sedan karker ji kar hatin avêtin, ji ber ku endamê sendîkayê bûn. Li aliyê din li Ozay Tekstîl a Riha, li Plasmek Makîna ya li Stenbolê, li Amûrên Pitikan a Bûrdayê ya li Sakaryayê, li Dezega Ewlehiyê ya li Îzmîrê, li Satera Elektrîkê ya Kolînê ya Cengîz Holding û Kolin Înşaatê ya li Stenbolê karkerên endamê sendîkayê ji ber doza zêdekirina mûçeyên xwe û doza mafên xwe kirin ji kar hat avêtin.
 
ÊRIŞÎ KARKERÊN BERXWEDÊR KIRIN
 
Di sala 2023’yan de desthilay û hêzên ewlehiyê bi patronan re li dijî kedkarên ku ji bo maf û azadiyên xwe yên sendîkayî li ber xwe didin rawestiyan. Karkerên ku di 23'yê Tebaxê de li Serevaniya Agrobay a Bergama ya Îzmîrê ji kar hatibûn derxistin, di 8 û 15'ê Îlonê de 2 caran di dema nobeda konê de rastî êrişên leşkeran hatin û hatin binçavkirin. Karkerên Depoya Trendyolê ku bi hinceta li dijî şert û mercên giran ên kar sji kar hatin avêtin, di 26'ê Îlonê de di roja 30'yî ya çalakiya rûniştinê de jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Xebatkarên Ozak Tekstîl a li Rihayê ji bo mafên xwe yên sendîkayî di 28'ê Mijdarê de dest bi grevê kirin. Piştî êrişa cendirmeyan di 6, 11 û 13'ê Kanûnê de hatin binçavkirin. Di 14’ê Hezîranê de karkerên înşaetê yên li înşaata Navenda Malî ya Halkbank a Stenbolê, di 13’ê Tebaxê de karkerên li Şîreci Tekstîl a Dîlokê dixebitîn û Serokê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
 
Bi vê re gelek karker hatin binçavkirin û girtin û gelek jê jî der barê wan de doz hatin vekirin. 
 
DI 11 MEHAN DE HEZAR Û 722 KARKER MIRIN
 
Karkerên ku patron û desthilat bi hev re bêrêxistinkirinê li ser wan ferz dikin, di sala 2023’yan de jî bûn qurbaniyên cînayetên karî. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); di 11 mehên destpêkê yên salê de herî kêm hezar û 772 karker mirine. Di nav van mirinan de gelek karkerên penaber jî hene. Di 10'ê Mijdarê de Vezîr Mihemed Nortan ê afxanî ku li Zongûldakê di madeneke "qaçax" de dixebitî, ji bo "kana qaçax neyê dîtin" ji aliyê patronên ve hat kuştin.
 
Tevî zextên patronan, polîtîkayên desthilatê û êrişên hêzên dewletê jî karkeran bi berxwedanê mohra xwe li sala 2023'an xistin. Karkeran bi taybetî di projeyên bi navê "Mega" yên şîrketên alîgirê desthilatê ve dixebitîn, ji ber ku nikaribûnn mûçeyê xwe wergirin dest bi berxwedanê kirin. Karkerên gelek kargehan, ji bo mafên xwe kargehan ji bo xwe kirin qadên berxwedanê. Karkerên di înşeata Nexweşxaneya Bajêr a Kocaeliyê de dixebitîn ku ev nexweşxane ji aliyê Gama Holdîng û Turkerler Holdîng vê bo modela "ava bike, bixebitîne-dewr bike" tê çêkirin, ji ber ku nikaribûnn heqdestê xwe wergirin çalakiyek li dar xistin. Karkerên înşaeta Nexweşxaneya Bajêr a Bayrakliyê ya Îzmîrê jî, roja ku nexweşxane ket xizmetê jî di çalakiyê de bûn. Rojnamevanên ji kar hatin derxistin, di 17'ê Tebaxê de li ber buroya Spûtnik Tirkiyeyê li ber xwe dan. Karkerên girêdayî Holdinga SSS Yildizlar a li Taxa Mihaliççik a Eskîşehîrê ji ber ku nikarin heqdestê xwe bigirin, li bin erdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Kedkarên ku di tunela metroyê de dixebitîn ku ji aliyê Kalyon Holdingê ve di navbera Balafirgeha Stenbolê ya Halkaliyê de tê çêkirin, ji ber ku doza mafên xwe dikin, ji kar hatin avêtin.
 
BERXWEDANA KARKERAN BI SER KET 
 
Sala 2023’yan jî bû salek ku karkerên berxwedêr gelek destkeftî bi dest xistin. Karkerên madenê yên li fîrmaya bi navê Tambay Taşımacilik a Zonguldakê dixebitin, di 31'ê Kanûna 2022'yan de li dijî jikaravêtinê dest bi berxwedanê kirin. Karker piştî vê berxwedanê di 6'ê Çileyê de vegeriyan ser karên xwe. Dîsa berxwedana karkerên Trendyol Go ku rêjeya dê li meaş bê zêdekirin qebûl nekirin, di 16’ê Çileyê dedest ji kar berdan û di 24’ê Çileyê de piştî daxwazên wan hatin qebûlkirin, çalakiya xwe bi dawî kirin. Karkerên Green Transfo Energy ku li Stenbolê li ber fabrîqeyê dest bi çalakiyê kiribûn, di 26'ê Çileyê de wan û kardêr li hev kir. Dîsa berxwedana 13 karkerên ku di depoya LC Waikiki de dixebitîn, li dijî jikaravaêtina bi Kod-46’ê li ber xwe dan. Berxwedana karkeran di 31’ê Çileyê de bi ser ket. 
 
Berxwedana karkerên li kargeha Kartonsan a ku Selûloz-Îş lê birêxistinkirî ye, ku di encama lihevnekirina Peymana Kar a Giştî (TÎS) de dest pê kir û 108 rojan dewam kir, di 8’ê Nîsanê de bi ser ket. Karkerên înşaetê yên li înşaata Navenda Malî ya Halkbankê dixebitîn, li ber avahiya şîrketa Îzomas û YDA'yê ya li navçeya Ataşehîrê dest bi çalakiyê kirin û xwestin mûçeyên wan, azmînata wan û heqê mesaiya wa bê zêdekirin û sîgorteya wan di se rmeaşê kêmtirîn re bê nîşandan. Di 16'ê Hezîranê de, di roja 5'emîn a çalakiyê de daxwazên karkeran hat qebûlkirin û karkeran jî çalakiya xwe bi dawî kir. Berxwedana karkerên Tekstîlê Neo Trend ku nêzî 2 salan dewam kir, di 19’ê Hezîranê de bi qebûlkirina daxwazên karkeran re bi dawî bû. 
 
KARKERÊN ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN BI SER KETIN
 
Çalakiya ku 25 karkerên înşaetê yên li Onîks Înşaat a li Davutpaşaya Stenbolê dixebitîn ji ber ku nekarîn mafên xwe bi dest bixin, li ber înşaatê dest pê kir, piştî daxwazên karkeran hatin qebûlkirin piştî 5 rojan, di 2’yê Tebaxê de bi dawî bû. Li Saraçhaneyê karkerên endamên Yekîtiya Çandinî-Daristanan a Yekbûyî (BTO-SEN) a girêdayî DÎSK'ê yên li şîrketa Agaçê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitin, ji bo zêdekirina mûçeyê  li ber avahiya şaredariya bajarê mezin dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya karkeran di 21'ê Tebaxê de bi awayekî serketî bi dawî bû. Têkoşîna kedkarên FEDAŞ'ê yên ku 73 rojan li Dêrsimê ji bo mafên xwe li ber xwe didin, di 22'yê Cotmehê de bi dawî bû. Karker vegeriyan ser karê xwe û mûçeyê wan hat zêdekirin. 
 
MA / Tolga Guney