AMED - Ciwanên ku bi polîtîkayên şerê taybet bûn hedef, li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û polîtîkayên koçkirinê sala 2023’yan bi berxwedanê derbas kirin.
Ciwanên ku hêza herî dînamîk ên civakê ne, di sala 2023’yan de bûn hedefa desthilatê. Ciwanên ku sîxurkirin, bişaftin, fihûş û hişbir li wan hate ferzkirin, di têkoşîna xwe ya li dijî van de bi binçavkirin û girtinan zext li wan hate kirin. Xwendekaran saleke ku bêkarî û xizanî kûrtir bû li pey xwe hiştin. Ciwanên ku di hawira krîza zêde a ji hêla polîtîkayên tecrîd û şer ên hikumetê ve hatiye afirandin de pêşerojê nabînin, li rêyên koçberiyê çareseriyê geriyan.
Platforma Koçê ya Mezopotamyayê da zanîn ku di 9 mehên ewil ên 2023’yan de 51 hezar û 415 kesan ji bo îltîcayê serî li Ewropayê dane û ji sedî 80’yî van ji kurdan pêk tê. Van daneyan texrîbata ku polîtîkayên desthilatê avakiriye derxist holê. Ji bilî vê ciwanên ku nekarîn kar peyda bikin ji krîza aboriyê bi bandor bûn û xwendekarên zanîngehê jî nekarîn biçin dibistanê. Ciwanên ku li dijî van hemûyan daketin qadan û mafên xwe xwestin bi îşkence, binçavkirin û girtinê re rûbirû man. Ciwanan tevî van hemû zextan li dijî tecrîd, şer, asîmîlasyon, polîtîkayên şerê taybet û krîza aboriyê dengê xwe bilind kirin. Di vê serdemê de li dijî xwendekarên kurd û çepgir û sosyalîst êrişên nijadperest çêbûn. Di êrişa 5’ê çileyê de li Zanîngeha Stenbolê pêk hat de xwendekarek birîndar bû. Li dijî van êrişên nijadperest ên li zanîngehan zêde bûn li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinên hatin lidarxistin.
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ PERWERDEHIYA ONLINE
Erdhejên di 6’ê sibatê de navenda wan Mereşê çêbûn û bûn sedema hilweşîneke zêde, ji aliyê xwendekaran ve bû sedemê zêdebûna pirsgirêkan. Dewleta piştî çend rojan çû herêmên erdhejê biryar da ku mexdûrên erdhejê li Saziya Kredî û Wargehan bi cih bibin û perwerdehî weke online berdewam bikin. Xwendekarên ji wargehên xwe hatin derxistin û dest bi perwerdehiyeke online kirin, bertek nîşanî vê rewşê dan. Xwendekarên ji wargehan hatin derxistin û bi awayekî online perwerdehî dîtin bertekeke mezin nîşanî vê rewşê dan. Piştevaniya Zanîngeha Dokûz Eylulê li dijî perwerdehiya online ya ji ber erdhejan di 17’ê sibatê de bi rektoriya zanîngehê re hevdîtin kir. Xwendekarên ku xwestin perwerdehiya rû bi rû berdewam bike, xwestin li ber zanîngehê çalakiya rûniştinê bikin. Polîsên ku destûr nedan çalakiya xwendekaran 22 xwendekar bi lêdanê binçavkirin. 30 ciwanên bi heman daxwazê xwestin li Stenbolê jî daxuyaniyê bidin jî hatin binçavkirin.
KAMPANYAYA ‘ZINCÎRA JIYANÊ’
Ciwanên ku çûn herêma erdhejê, bi mexdûrên erdhejê re ketin nava piştevaniyê. Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyaya “Zincîra Jiyanê” dan destpêkirin. Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de ji çêkirina xwarinê heta belavkirinê, ji paqijiya derdorê heta ji bo zarokên li herêmê avakirina qadên lîstikan pêşengtiya gelek xebatan kirin.
DAXWAZA ‘AZADIYA JI OCALAN RE’
Yên ku qadên Newroza mohra xwe li sala 2023’yan da jî ciwan bûn. Ciwanên ku li qadên Newrozê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyayîn, her wiha pêşengtiya çalakiyên di vê çarçoveyê de hatine destpêkirin jî kirin. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê bû rojeva sereke ya ciwanan. Di serî de Kurdistan û Tirkiye, ciwanan bi vê daxwazê li seranserî cîhanê çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Ciwanan di tevahiya salê de cade, kolan, rê, xaçerê, dîwar û pirên li Kurdistan û Tirkyeyê bi wêne û posterên Abdullah Ocalan xemilandin û bertek nîşanî tecrîdê dan.
Li hêla din endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin re meşek li dar xistin. Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî re, ciwan tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê bûn û peyama piştevaniyê dan.
KAMPANYAYA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET
Bi taybet jî li dijî şerê taybet ê îktîdar li Kurdistanê dimeşîne, ciwanan gelek kampanya li dar xistin. Ciwanên ku xwe li Partiya Çepên Kesk birêxistin kirin, di 5’ê tebaxê de kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajaran çalakiyên weke civînên bi gel re, geşt, konser, fealiyetên sporê, belavkirina belavokan û hwd. hatin lidarxistin. Bi taybet jî li taxên piraniya şêniyên wê kurd û fihûş û tiryak lê hatiye zêdekirin, ciwanan xebat meşandin û di çarçoveya têkoşîneke xurt a li dijî vê gelek xebat meşandin.
BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRIŞÊN SER ROJAVA
Li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ciwanan xwestin di 12’ê cotmehê de li Rihayê daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 15 ciwanên enternasyonalîst ên ku ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo tevlibûna kongreya Partiya Çepên Kesk a di 15’ê cotmehê de hatibûn Kurdistanê. Ciwanên ku dixwestin tev li daxuyaniyê bibin tevî 4 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Her 15 ciwanên enternasyonalîst 2 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 14’ê cotmehê de hatin dersînorkirin.
DERBKIRIN, BINÇAVKIRIN Û GIRTIN
Operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî xwendekarên kurd, çep û sosyalîst di tevahiya salê de berdewam kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî di nav de herî kêm 200 ciwan di nava salê de hatin biçavkirin û ji van herî kêm 25 jê hatin girtin. Di dema binçavkirinê de ji pişt ve hatin kelemçekirin û derbkirin. Herî dawî jî Hevberdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Edanûr Îbrahîmoglû di 7’ê kanûnê di çalakiya li dijî radestkirina cenazeyan di qutiyan de bi lêdanê hate binçavkirin. Di dema binçavkirinê de ji ber tundiya polîsan çavê Îbrahîmoglû reş û şîn bû.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SÎXURKIRINÊ
Rêbaza revandinê ku di salên 1990’î de pratîka JÎTEM’ê bû, di sala 2023’yan de ji hêla AKP’ê ve jî hate domandin. Bi taybet jî bûyerên revandina ciwanan, dîlgirtin û gefxwarinê di tevahiya salê de berdewam kirin. Herî dawî encamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mazlum Kaya di 20’ê cotmehê de li Taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji hêla polîsan ve hate revandin, gef lê hatin xwarin û zexta sîxûrtiyê lê hate ferzkirin. Kaya, hefteyek piştî zexta sîxûrtiyê anku di 28’ê cotmehê de hate binçavkirin û girtin.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA XWEZAYÊ
Bi taybet jî li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê, ciwan pir mezin têkoşiyan. Ciwanên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran li dijî darên li Akbelenê tên birîn û şewitandina daristanên Cûdî û Liceyê çalakî û xwepêşandan li dar xistin.
CIWAN TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN
Xwendkarên ku li dijî zemên li xwarin, hewandin û veguhestinê hatine kirin derketin, nerazîbûnên xwe bi çalakiyên protestoyî domandin. Di 11-12’ê cotmehê de li 4 xwaringehan bi awayeke hemwext çalakî hatin lidarxistin û zemên ji sedî 250 zêdetir hatine kirin protesto kirin. Ji ber vê yekê derheqê 8 xwendekarên Zanîngeha Ege ya Îzmîrê de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Li hêla din, xwendekaran li gelek zanîngehan li dijî zemên hatine kirin çalakî li dar xistin.
Ciwanên ku ji ber krîza aborî nekarîn debara xwe bikin û xeyala pêşerojê bikiin, terkî întîharan hatin kirin. Di nava salê de herî kêm 7 xwendekaran întîhar kirin. Tenê di nava meha cotmehê de 2 xwendekaran li Eskîşehîrê û yekî li Zanîngeha 18 Martê ya Çanakkaleyê bi giştî 3 xwendekaran xwe kuştin.
ÇALAKIYÊN JI BO ZEREN ERTAŞÊ
Di nava vê salê de yek ji pirsgirêka ku herî zêde di nava xwendekaran de rê li ber fikaran vekirî jî mafê jiyanê bû. Xwendekara bi navê Zeren Ertaş a li Wargeha Xwendekarên Keç a Guzelhîsar a Aydinê dima, di encama karesata asansorê de jiyana xwe ji dest da. Li Wargeha Saziya Wargehên Krediyê (KYK) a li navçeya Fatsa ya Orduyê jî xelatên asansorê qut bûn û 4 xwendekar birîndar bûn. Ji ber van karesatan, li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek xwendekarên zanîngehê daketin kolanan. Ciwanên ku ji ber jiyana xwe fikarên wan hebûn, ji bo pêşîlêgirtina van mirinan çalakî li dar xistin.
LI DIJÎ ÊRIŞAN XWE BIRÊXISTIN KIRIN
Xwendekarên zanîngehê yên li Enqereyê di 8’ê cotmehê de bi dirûşma “Têkoşîna li dijî îktîdara ku hewl dide nifşekî napirse û serî ditewîne”, “înîsiyatîfa Zanîngehên Demokratîk a Enqereyê” ragihandin. Her wiha xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê di 29’ê cotmehê de li dijî pirsgirêkên dijîn, “Civata Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê” ava kirin. Di roja avakirinê de ciwanan banga “Têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî şerê taybet” kirin û ev soz dan: “Em ê bibin dengê berxwedana zanîngehên demokratîk û azad û têkoşîna birêxistinkirî li her zanîngeh û dibistanên amadehî belav bikin.”
PEYAMA BERXWEDANÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 5’ê tebaxê de ji bo diyarkirina nexşerêyeke nû, biryara lidarxistina kongreyê da. Di vê çarçoveyê de xebat meşandin, daxuyanî dan, konser li dar xistin û di mijarên ziman û çandê de gelek çalakî li dar xistin. Di 24’ê kanûnê de jî bi tevlibûna bi hezaran ciwanên ji Kurdistan, Tirkiye û EWropayê û bi dirûşma “Vejînek Ciwan” kongreya xwe li dar xistin. Ciwanan di kongreyê de peyama têkoşîna li dijî krîza aborî, tecrîd, şer, fihûş, sîxûrkirin û pişaftinê dan. Ciwanan, li dijî zextên li ser wan tên kirin banga xwebirêxistinkirinê û peyama berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê dan.
MA / Rûkiye Adiguzel