ÎZMÎR - Karkerên înşaetê ku ji bilindbûna bihayên xwarinê yên radibin û qeyrana aboriyê polîtîkayên aboriyê yên desthilatê berpirsyar girtin, bi lêv kirin ku ji bo debara xwe bikin zehmetiyê dikişînin.
Di encama polîtîkayên xelet ên hikûmetê yên li qada aboriyê de, welat bi qeyraneke mezin a aboriyê re rûbirû ye. Bêkarî û xizanî di nava pirsgirêkên mezin ên gel de ne.
Li gorî hesabên Komeleya Mafên Mezêxeran (THD), ji Hezîrana 2021’an ve li Tirkiyeyê 16 mîlyon birçî û 50 mîlyon xizan dijîn. Li gorî van hejmaran, hejmara giştî ya birçî û xizanan gihîştiye 66 mîlyon kesî. Rêjeya enflasyonê ya Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) a meha Cotmehê ji sedî 19,89 , li gorî rapora enflasyonê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) a meha Cotmehê, zêdebûna bihayê hilberîneran li gorî 3 mehên borîn ji sedî 43,31 zêde bû. Enflasyona xwarinê ya mirovên xwedî dahateke kêm a ji aliyê DÎSK-AR’ê ve hatiye hesabkirin, di navbera ji sedî 35-40’ê de ye. Qeyrana aboriyê ya li welat derb li sektora înşeatê jî xist. Di sektora ku zêdebûna lêçûnan bandorê lê kir de bi sedan karkerên înşaetê bêkar man. Kesên “bi şens” ên karekê dibînin jî nanûzik dixebitin. Karkerên ku rojê 12 saetan li înşaeta li taxa Kûrûçeşme ya navçeya Bûcaya Îzmîrê dixebitin, rojane 150 lîre yewmiye digirin. Karkeran diyar kirin ku roja ku nikarin bixebitin birçî ne û bi lêv kirin ku yekane berpirsyarê qeyrana aboriyê desthilata heyî ye.
‘EM XIZAN DIBIN’
Şukru Kaya (49) ku 20 sal in di înşaetan de dixebite, diyar kir ku nikare bi pereyê rojane ji înşaetê digire debara xwe bike. Kaya, diyar kir ku ji ber zamên tên kirin her roja ku diçe xizan dibin û wiha got: “Em nikarin rast û dirûst biçin bazarê û dan û stendinê bikin. Gelek mesrefên me hene. Her roj ji berheman re zam tê. Ev ne zamên biçûk in. Ji hin berhemên xwarinê re ji sedî 300 zam hatiye kirin. Bihayê bacanan di salên borî de 2-3 TL bû îsal jî bû 7 TL. Me 4-5 kîloyên xiyar, îsot, pîvaz, kartol distandin, niha tenê em dikarin 1-2 kîloyan bistînin. Xwarinên bidan jî her tim biha dibin. Bihayê tenekeya rûn a 5 lîtreyî niha 120 lireye. Bi qezenca xwe ya rojekê tenê dikarim tenekeyek rûn bikirim. Em matmayî man ku em ê çi bikin, em her roj dixebitin, lê xwarina ku em dixwazin an jî hewcehîya me pê heye nikarin bistînin. Ma tişteke wisa dibe?”
‘DESTHILAT BERPIRSYAR E’
Kaya, bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên xelet ên desthilatê qeyrana aboriyê rû daye û wiha axivî: “Ez ne bawer im ku hikumet aboriyê rast bike. Serokkomar li welat tenê tezkereyên li ser gengeşî û şer derdixîne. Em dibînin ku ji bo sererastkirina aboriyê tu xebat tune ne. Heke pêvajo bi vî rengî bimeşe em ê nikarin nanê zuha jî bistînin. Ji bo ku li welat hin tişt di rê de biçin divê pergal were guhertin.”
‘LI TIRKIYEYÊ HER TIM MIROV XIZAN DIBIN’
Îsmaîl Duzova (35) jî 9 sal in di înşaetan de dixebite. Duzova, da zanîn ku hewl dide malbata xwe ya ji çar nifûsê pêk tê bi pereyê ji înşaetê qezenç dike debaran bike û wiha got: “Ji ber zamên her roj tên kirin ji siberojê bi fikar in. Zamên di pêvajoya dawî de hatin kirin pişta me şikandin. Ez hefteyekê bixebitim 900 lîre qezenc dikim. Nîviyê van pereyan em didin pêdiviyên xwe yên bingehîn. Di salên borî de dema em diçûn sûkê me hemû pêdiviyên xwe bi 200 lireyî dikirî. Niha em nikarin biçin bazarê jî. Wê zarokên min saleke din biçin dibistanê. Dê pêdiviyên wan zêde bibin. Dema ez vê rewşê difikirim xwe nebaş hîs dikim.” Duzova, anî ziman ku armanca dewleta civakî ew e ku jiyana mirovan hesantir bike û geş bike û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rewş ne bi vî rengî ye û her tim mirov xizan dibin.
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
Mûstafa Yalçin (19) ê 3 sal in di înşaetan de dixebite jî diyar kir ku ew tenê di malê de dixebite.
Yalçin, bi lêv kir ku fatoreyên weke av û ceyranê gelek zêde tên û wiha got: “Fatoreya avê ku vê mehê hat 250 lîre, ya ceyranê jî 550 lîre ye. Êdî hêza me nemaye ku van fatoreyên evqas zêde bidin. Carînan ez fatoreyan dereng didim. Dema em diçin bazarê, em nikarin wan berhemên berê me dikirîn, bikirin. Em di mijara debarê de zehmetiyê dikişînin. Êdî em nagihin bihayê berheman.”
FATOREYA QEYRANÊ JI GEL RE TÊ BIRÎN
Yalçin, anî ziman ku desthilatê têkiliyên xwe bi civakê re qût kirine, li gor berjewendiyên xwe tevdigere û wiha axivî: “Bila desthilat derkeve li rewşa gel binêre. Dewlet bi zamkirinê tê birêvebirin? Desthilat çima hesaba polîtîkayên xwe yên xelet ji gel dipirse? Hişmendiyeke wiha dibe?