ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan

img
STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ji van karkeran 44 jê zarok in. 
 
Meclisa Ewlekariya Tenduristî û Kar a Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar ên 9 mehên ewil ên sala 2023’yan parve kir. Li gorî raporê; di nava 9 mehan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat destnîşankirin ku karkeran herî zêde li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane û hejmara wan weke 209 hate ragihandin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 44 jê zarok in û 75 jî penaber in. 
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha îlonê de 151 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.