• img

    Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê

    Endam û rêveberên Haber-Sen'e ji bo sirgûnkirina endam û rêveberên xwe şermezar bikin li gelek cihan daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê Haber-Senê Musa Ozdemir, diyar kir ku eger sirgûnan betal nekin dê ji çar aliyên Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê.

  • img

    Bi Mala Tenûrê debara xwe dike

    Esmer Ûlûçay, diyar kir ku Mala Tenûrê ya Şaredariya Qersê vekir bûye çavkaniya debara wê û wiha got: “Di saya vê projeyê de, ez êdî hewcedarî tu kesî nabînim. Ji bo ku mirov dibin tehakûma kesekê de nemîne, divê rêyekê ji xwe re bibin e.”

  • img

    ‘Li herêma ku 10 hezar karker lê dixebitin bergiriyên vîrusa koronayê tunene’

    Nûnerê Dev Tekstîlê yê Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku li Herêma Serbest a Mersînê bi hezaran karker bi rîsqa vîrûsa koronayê re rû bi rû ne û bergiriyên ku divê bên girtin rêz kir.

  • img

    Cenazeyên 2 karkerên agiriyî 4 roj in li Cezayîrê tên sekinandin

    Karkerên bi navê Mûrat Yaşar û Alî Ceylan ên agiryî ku li Cezayîrê ji îskeleya înşaatê de ketin û jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan 4 roj in li morgê tên rawestandin.

  • img

    Xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin

    Xizmetkarên Tenduristiyê, dê li dijî biryara Lijneya Hifzissihha ya Îzmirê ku armanc dike çalakiyên xizmetkarên tenduristiyê qedexe bike, serlêdana sûc bikin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nursel Yucesoy, anî ziman ku ew ê li dijî vê biryarê serlêdana sûc bikin.

  • img

    Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî

    Endam û rêveberê Şaxa TUM BEL-SEN'ê ya Amedê, sazumankarê sendîkayê Îkram Mîhyaz ê 26 sal berê hat kuştin li avahiya xwe bibîr anîn.

  • img

    DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin

    Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendikaya Tekstîlê ya girêdayî DÎSK'ê Mehmet Turkmen, diyar kir ku rayedar daxwaza patronan ji tenduristiya karkeran girîngtir dibînin û wiha got: "Li Dîlokê di pêvajoya şewbê de karker qet nesekinîn. Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin û karşer di rîska vîrûsê de kar dikin."

  • img

    Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû

    Li gorî lîsteya ku Serokatiya Îdareya Dahatê weşand, lêçûnên OTV’ê ya berhem titûn û alkolê hatiye zêdekirin. Pisporê bacê Ozan Bîngol, diyar kir ku rêjaya bacê ji bihayê berhemê 2 qat zêdetir bûye.

  • img

    Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin

    Rêxistinên tenduristiyê yên Mêrsînê bang li hikumetê kirin ku heqê wan ê pêvek ku ji serdema pandemiyê maye bêcudayî were razandin.

  • img

    Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin

    Xizmetkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê kar dikin, bi sedema xwarin li gorî pîvan û rêgezan nayê amadekirin, xwarin boykot kirin.

  • img

    Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin

    Cotkar Mehmet Bîlen ên li Wêranşaherê dijî, diyar kir ku ecûrên diçîn in li ser erd bi 75 qurişan difiroşin û wiha got: “Êdî ecûr bi pere nakin. Ji ber vê em pirsgirkên pir cîdî dijîn. Ji ber van pirsgirêkan êdî ezê ecûran neçînim.”

  • img

    Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn

    Ji ber pandemiyê eywanên dawetan demeke dirêj girtîbûn. Niha çendî ku destûr hatibe dayîn jî lê belê xwediyên eywanan diyar kirin ku tiştên di giştînameyê de cih digirin bi kêrî wan nayên loma wê eywanên xwe venekin.

  • img

    Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye

    Kafiroşên li Qersê ji bo sewalkaran, her sal bi kamyonan kayê ji derve tînin. Kafiroş îsal jî ji bo amadekariya zivistanî diçin li Amed û Rihayê kayê dikirin û bi kamyonan dibin Qersê. Kafiroşê Qersî yên kayê ji Amed û Rihayê dikirin, diyar kirin ku heta digêjin Qersê li ser rê gelek caran ceza li wan dibirin. Kafiroşan anîn ziman ku ji ber gubre û mazot buha bûye ka jî bûha bûye û tona kayê bi 700 tl tê firotin.

  • img

    Cihê wan teng e û nikarin rakevin

    Li Bodrûmê li şantiyeyên înşeatan herî kêm 10 karker di kawîşekê de dijîn. Karker Harûn Bîngul destnîşan kir ku şert û mercên tê de ne ên koletiyê ne û got, ne sîgorteya wan ne jî temînatek wan heye.

  • img

    'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'

    Nûner û endamên sendîkayên li Êlihê anîn ziman ku bi dewrkirina tazmînata kidemê ya ji bo fonê tê xwestin ku fatûreya krîzê li karkeran bê birîn.

LÊGERÎN