• img

    Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da

    Li Kana madenê ya navbera taxa Sarikaya ya Mîlasê ya Muglayê û Bajarê Antîk de dimîne ax hilweşiya û karkerekê ku dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da.

  • img

    Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve

    Prof. Dr. Aziz Konukman, polîtikayên AKP'ê yên şer û gotina Erdogan a “Hûn bihuyê guleyekê dizanin?' nirxand û wiha got: "Erdogan şer tercîh dike. Bi vê gotinê li xwe mukir hat ku nikare şer finanse bike. Ger ku hûn her tim şer bikin hûn dê civaka xizan bêtir mexdûr bikin. Dê xizanî pêş bikeve."

  • img

    ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’

    Welatiyan, diyar kirin ku cihên firotina tenzîmê, ji bo zêdebûna buhayê sebze û fêkiyan ne çareseriye û gotin: “Ji bo vê çareseriyek bingehîn pêwîste. Berî hilbijartinê cihê tenzimê xistina rojevê watedare. Wisan xuya dike ku li ser vê hesabên cuda tên kirin.”

  • img

    Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!

    AKP'ê, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebzeyan, mexazeyên tanzîmê ava kirin. AKP'ê, ji bo avakirina van devaran gotibû wan bê "navbeynkar" ava kiriye. Lê derket holê ku zebze û fêkiyên li mexazeyên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker distîne û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tê birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî deverên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.

  • img

    Cotkar: Em deyn dikin didin deynan

    Cotkarên bi deynan çandiniyê dikin, ji ber zêdebûna lêçûnan zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku bi deynan deynê xwe didin.

  • img

    Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin

    Serokê Komîsyonvanên Fekî û Sebze yê Dîlokê Hayrî Sûcû, diyar kir ku ew gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Faizvan" nayê qebûlkirin û wiha got: “Îktîdar dibêjin 'Erzan bifiroşe'. Ger ku em buha bikirin em dê çawa erzan bifiroşin?"

  • img

    Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin

    Du ciwanên geverî, bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin. Wexta serbanan paqij dikin ji bo neşemitin jî kindirê li nava xwe girêdidin.

  • img

    Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike

    Endamê Komîsyona Çandiniyê û Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran, bal kişand ser pêkanîna firotina tanzîmê û krîza aborî û wiha got: "Armanca sereke ya hikûmeta AKP'ê ewe ku li tevahiya welat halên fêkî û sebze bifiroşe û dewrî şîrketên taybet bike."

  • img

    Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne

    Welatiyên gundê Dêzê yê Colemêrgê, diyar kirin ku fiyetên êm û kayê pir buha ne û ji ber pezê wan têr êm naxwin di dema zayînê de ber davêjin an jî piştî zayînî karik û berxikên wan dimirin.

  • img

    Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin

    Li Çûkûrovayê, malbata Dexfak ya sûriyeyî ku rojê 12 saetan di şert û mercên zehmet de li nav erdan bi 48 lîreyî dixebite. Hamîd Dexfak, anî ziman kir ku ew di konan de dimînin û got: "Ji bo em jiyana xwe bidomînin em mecbûr in."

  • img

    Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî

    Aborînas Gaye Yilmaz û Erinç Yeldan, diyar kir ku Tirkiye di qada hilberînê de krîzê dijî û kriza hilberinê dê bêtir kûr bibe.

  • img

    'Kiryarê cinayetên kar îktîdara siyasî ye'

    Namzeta hevşaredariya Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, ji bo cinayetên karî yên di meha Çileyê de got: "Cinayetên kar polîtîk in û kiryarên wan jî îktîdara siyasî ye."

  • img

    Esnafên Wanê: Em qediyan, neman

    Li Wanê, di salekê de ji ber krîza aborî zêdetirî hezar kargeh hatin girtin û gelek kargeh jî li ber girtinê ne. Esnafan got: "Em qediyane, nemane. Em ê çawa kirêya xwe bidin?"

  • img

    8 meh in li benda vekirina bazarê ne

    Li Wanê qeyûm bi hinceta "tadîlatê" bazara heywanan girtibû. Sewalvanên ku 8 meh in nikarin biçin bazarê, li derve li der û dorên rê heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan diyar kir ku qeyûm dixwaze bazara heywanan bike amûra hilbijartinê û gotin: "Dixwazin me bixapînin, lê em ê nexapin."

  • img

    Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin

    Derket holê ku kesên li Bayrampaşayê ji ber gaza sobeyê di atolyeya tekstîlê de mirin ji Bedlîsê ne. Karkerên ji Bedlîsê ji bo xebatê hatin Stenbolê, ji ber pereyê wan tune bû xanî kirê bikin ji mecbûrî li kargehê diman.

LÊGERÎN