Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
- aborî-ked
- 15:31 04
Greva karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê piştî ku ferqa enflasyonê ya ji sedî 19'an hate qebûlkirin bi dawî bû.
Greva karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê piştî ku ferqa enflasyonê ya ji sedî 19'an hate qebûlkirin bi dawî bû.
Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji ber encam ji muzakereyan negirtine ev 7 roj in di grevê de ne, bi rayedarên şaredariyê re li ser mijarê nîqaşan dikin û pêvajoya şêwrê dewam dike.
Bi hezaran xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di roja 6'an a grevê de ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan û bang li berpirsyarên şaredariyê kirin ku beriya betlaneyê ji nû ve maseya bazariya kolektîf ava bikin.
Li gorî TUÎK'ê enflasyona meha Gulanê ya mehane ji sedî 1,53, enflasyona salane jî ji sedî 35,41 e.
Li gorî daneyên ENAG'ê enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû.
Di qezayê de mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî, 24 kes birîndar bûn.
Greva ku karkeran piştî xitimîna hevdîtinên TÎS’ê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dane desptêkirin, di roja 4’an de didome. Karketan gotin ku heta mafên xwe bi dest dixin dê dev ji çalakiyê bernedin.
Firoşkarên bazarê yên li Wanê û welatiyên diçin bazarê ji ber krîza aboriyê bi gazinc in. Serokê Sûka Taxê Siddik Penlî got ku aborî gelekî nebaş e, hêvîdar in pêvajo wê baş bi pêş bikeve.
Li bazara herêmî ya li Pîranê ku berhemên organîk lê tên firotin, ji ber krîza aboriyê danûstendin kêm e. Welatiyan diyar kirin ku aborî dikare bi aştiyê re aram bibe.
Walîtiyê, ajelvanên dixwestin derbasî zozanên Erdexanê bibin asteng kir. ji ber astengiya walîtiyê, bi dehan ajel ji tî û birçînan mirin. Gelek ajel jî nexweş bûn.
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Guneş Ozel di çalakiya şermezarkirina KHK'ê de axivî û got ku heta kesên ku ji kar hatine derxistin venegerin karên xwe dê dev ji têkoşînê bernedin.
Walîtiya Erdexanê bi hinceta "Em ajalên ji bajarekî din qebûl nakin" nehişt ajalvanên Îdirê biçin zozanên ji xwe kirê kiribûn.
ÎSÎG’ê ragihand ku di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Gîha û pincarên li çiyayên Wanê tên komkirin di bazaren de rastî eleqeyeke zêde tên. Gîha ji bo esnafên bazarê çavkaniya aboriyê ye û ji bo welatiyan jî şîfa ye.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê destpê kir. Îsal ji ber hişkesaliyê, hilberîn kêm bûn û cotkar kêfxweş nîn in. Cotkaran diyar kirin ku ew li benda TMO'yê ne da ku buhayan diyar bikin.