Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
- aborî-ked
- 09:31 04/4/2018
Yek ji bajarên herî zêde betalî lê heye Êlih e. Ciwanên ku bi zor kar peyda dikin jî, bi heqdesteke di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin. Ciwanên karker gotin, ew rojê herî kêm 12 saetan dixebitin. Ciwanan bi lêv kir ku ew bê sîgorte dixebitin û mehê herî zêde hezar û 200 lîre distînin.