Dolar dîsan derket ser 6 TL’an
- aborî-ked
- 14:10 17/8/2018
Kura Dolar ku ev dû rojbûn kêm dikir, di saetên nîvro de, dîsan bilind bû û derket ser 6.31 TL’an.
Kura Dolar ku ev dû rojbûn kêm dikir, di saetên nîvro de, dîsan bilind bû û derket ser 6.31 TL’an.
Ji pisporên Meclîsa ÎSÎG’ê ya Enqereyê Pinar Abdal diyar kir ku her çiqas sala 2018’an Wezareta Civak û Xebatê “sala têkoşîja li dijî karkeriya zarokan” îlan kir jî lê tu xebat nekir û bi kûrbûna krîzê re hejmara zarokên karker zêde dibin.
Esnafên Sîteya Taptanciyan a Amedê bertek nîşanî qrîza aborî dan û diyar kirin ku ger krîza aborî tune be ew çima têk diçin. Esnafan, da zanîn ku bi vî halî biçe dê 3 meh şûnde dikanên xwe bigirin.
Ajotvanên qamyonan diyar kirin ku ji ber zemkirina rê, pir û mazotê, di seferên ku berê hezar lîre qezenç dikirin niha 500 lîre qezenç dikin.
Li Amedê qurbaniyên cejnê di destê xwediyên xwe de man. Tu kirîn û firotin li bazara sewalan tune. Xwediyên sewalan gotin: “Me hêj ji sisêyan yek sewalên xwe nefirotine.”
Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, der barê krîza aborî û gotina Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne' nirxandin kir û got: "Em ne di keştiya îktîdara 16 salin Tirkiye noqî avê dikin de ne."
Çend roj ji cejnê re ma lê bes Bazara Jinan a Fatîhê ji ber krîza aborî vikî vala ye. Esnafan diyar kir ku zem hatiye ser hemû hilberînan û ev yek jî bandorê li ser kirîna hilberînan dike û gotin: “Heke wiha dewam bike, em ê neçar bibin derabeyên xwe bigirin.”
Li Amedê, her çend ber destê cejnê be jî, lê li sûk û bazaran bêdengiyek mezin heye. Esnaf û welatiyên ku gazinan ji fiyetên biha dikin, diyar kirin ku wan heta niha krîzek wiha nedîtiye.
Ji ber zêdebûna dowîzan, kasko, sîgorte û zêdebûna bacan hema bêje êdî li bazarên wesayîtan wesayît nayên firotin. Li Bazara Wesayîtan a Mêrsînê esnafan got "Gelek kes li wesayîtan dipirsin, lê kes nakire."
Li Bêrecûkê li Bazara Şîreyê ku wargeha turîstên xwecihî û biyanî ye, ev demeke esnafên wê bêyî ku serfetihê bikin deriyên dikanên xwe digirin. Esnaf Celal Încebag, diyar kir ku rewşa kar nebaş e, fiyet biha bûne û gelek caran jê jî ew dixisirin.
Aborîzan Ozgur Muftuoglû destnîşan kir ku dê di rojên pêş de tesîrên krîza aborî bêtir beloqî bibin û got: "Ji goşt bigire heta şîr, ji genim bigire heta nokan dê her tişt bê zemkirin."
Di çalakiya, şermezarkirin êrîşa li dijî Dr. Ahmet Azîzoglu yê li Zanîngeha Dîcle ku berî du rojan ji aliyê xizmên nexweşekê ve pêk hat de, hat gotin “Dema em dixwazin bidin jiyîn, em naxwazin ji jiyana xwe bibin. Em dixwazin tedbîrên pêwîst bên girtin.”
Aborîzan Alî Riza Gungen, diyar kir ku hikûmet hewl dide fatureya krîza aborî bi hin cihên cuda bide birîn û got: “Lê ev hesap dê li wan vegere. Êdî modela sermaya neolîberal û hovane dema xwe dije kirine. Ji bo çareseriyê jî aboriya komîn girînge.”
Li ser fermana Midûryeta Herêmê ya Amedê DEDAŞ, 10 rojin ceyranê nade 10 gundên Sîlopiya. Ji bê avî çandiniyên gundiyan zirarek mezin dîtin û çotkaran çend rojên mayîn ji bo palehiyê îsyan kirin.
Zêdebûna dolar deynê esnafan zêdetir kir. Li Mêrsînê esnafan got: "Herkes ji ber vê diêşe. Eger wisa dewam bike, dê gelek esnaf derabeyên xwe deynin."