• img

    Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin

    Li gorî daneyan û bûyerên li ber çav rojane li Tirkiyê herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Jinên li kêleka hev têkoşîna hevpar dikin wiha bersivê didin tundiya li ser jinan: “Heta em jiyanek azad û wekhev ava bikin, em ê we aciz bikin.”

  • img

    Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?

    Tirkiye, piştî noqteya xwe ya leşkerî ya Morekê ji noqteya xwe ya leşkerî ya Şîr Magarê jî vekişiya. Komên paramîlîter ku destpêkê li dijî vekişandina Tirkiyeyê derketin, pê re bêdeng bûn. Tê zanîn ku Tirkiye van hêzan li ser hedefên nû motive kiriye.

  • img

    Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn

    Endama Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn Buşra Elî diyar kir ku wan bi avakirina Înîsiyatîfê re tovên têkoşînê çandine û felsefeya Ocalan di têkoşîna jinan de rûpelek nû vekiriye.

  • img

    Israra Ocalan a ji bo çareseriyê

    Tevî hemû hewldanên ji bo kûrkirina şerê di navbera tirk-kurdan de, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê israra xwe ya ji bo aştiyê her tim domand. Ji bo çareseriyê proje hilberandin û her tim ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir, lê ev hewldanên wî nedihatin bersivandin.

  • img

    PDK dixwaze çi bike?

    Di pêvajoya ku partiyên Kurdan ji bo yekîtiyê têdikoşin de, hewldanên PDK'ê şerê navxweyî dikeve rojevê. Di vê pêvajoya ku PDK pêşmergeyan dişine herema Garê de, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayiyan got "Em şerê navxweşî naxwazin'. Lê li dijî vê yekê Serokê PDK'ê Mesut Barzanî daxuyanî da û li dijî PKK'ê şer îlan kir. Ev bû sedema pirsan û bertekan.

  • img

    Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye

    Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.

  • img

    Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e

    Hiqûqzan Mahmût Şakar, diyar kir ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst ku Rojhilata Navîn veguherandiya gola xwînê alternatîfa tekane Modernîteya Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nûnertiya wê dike ye û got: “Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk di sedsala 21’emîn de nûnertiya tevgera şoreşger dike. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

  • img

    Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?

    Ev demeke ku di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê de û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Maxmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê tên kirin. Ji kolandina xendekên li kolanan ên ji Şengalê heya Zaxoyê û jinûve sazkirina kelehên berê yên Seddam, ambargoya ku nêzî sal û nîvekê ye ji aliyê hikumeta Hewlêrê li ser Kampa Maxmûrê didome û her wiha hewildanên ji bo ku Eniya Tirkmenan li Kerkûkê bibe desthilatdar hemû nîşan didin ku li van herêman armanca kê çi ye û çi tê kirin.

  • img

    Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat

    Doç. Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku Kurd û Fîlîstîniyan bi tekoşînên xwe, nexşeya siyasî û îdarî ya heyî ya Rojhilata Navîn ku di dorpêça hêzên kurewî de ye, dane zorê got: “Hebûn û rastiya van gelan bi rastiya emperyalîzmê re li hev nake. Ji ber vê plana emperyalîzmê kurd û filîstiyan nehat û red kirin.”

  • img

    Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn

    Şerê hêzên kurevî yên li Rojhilata Navîn her ku diçe geş dibe. Rojhilata Navîn êdî bûye qada şerê serdestan û bêtir polîtîkayên "Perçe bike û bi rêve bibe" pêş dixe û gelek dewletên qadê dixin nava şer. Bi zêdebûna şer re qeyran û qaos jî zêde dibe.

  • img

    Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe

    Di ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 22 sal borîn. Der barê komployê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle anî ziman ku ji bo komplo bê famkirin divê geşedanên berê bên dahurandin û wiha got: “Heta Birêz Ocalan bi temamî azad nebe ev komplo bi dawî nabe. Ji bo kompo bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe."

  • img

    Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn

    Hêzên global ên hesabên wan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn hebûn û ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji xwe re wek asteng didîtin nikaribûn bi awayek fizîkî ji holê rakin, serî li rêbaza tasfiyekirinê dan. Ev pêvajo bi derxistina Ocalan a di 9’ê Cotmeha 1998’an a ji Sûriyê gav bi gav li pêş ket.

  • img

    Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?

    Parêzer Ercan Yilmaz ê Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku têkildarî lêpirsîna 54 kesên di xwepêşandanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li şûna failên rastî li ser gumanbarên heyî tê birêvebirin û pirsa AKP têkildarî dosyeya Yasîn Boru tim tîne ziman çima behsa mirinên din nake kir.

  • img

    Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike

    Ji ber ku cihêkarî dikin navbera miriyan û faîlên wan dernaxên holê, birînên malbatên qurbaniyên serhildanên Kobanê 6 salên nayê pêçandin. Bavê Ekrem Kaçeroglû ku li Îzmîrê hatibû kuştin, derbarê wan rojan de ev tişt got: “Kuçeyên ku me li wan digot, ‘bila mirov nemirin’ ji aliyê faşîstan ve hatibûn dagirkirin û hewl didan me linç bikin.”

  • img

    Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn

    Di bûyerên 6-9’ê Cotmeha 2014’an de yên ji bo Kobanê 54 kesên HDP’yî jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesên jiyana xwe ji dest dane hin kes di raporên hatine amadekirin de cih nagirin. Derket holê ku di van raporên hatine amadekirin de dihat gotin hin kesên mirine, lê nemirine. Her wiha kuştî û kiryar jî berevojî yên dihatin zanîn ji rêxistinên cuda derketin holê.

LÊGERÎN