Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin

img
AMED - Kargeha Çîrokên Afirîner ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER’ê ve hat amadekirin, li Zarok Ma’yê hat lidarxistin.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokan li Zarok Ma'yê ya li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar xist. Kargeha ku bi 15 zarokên temenê wan di navbera 10-14 salan de sînordarkirî bû, bi beşdariya nivîskar Mem Bawer hat lidarxistin.
 
Pêşiyê perwerdekar Mem Bawer bi zarokan re sohbet kir û dû re çîroka Hebhinarkê hat xwendin. Piştî xwendina çîrokê dîsa nîqaş hat kirin û dû re jî zarokan li gorî hin peyvên mamosteyê wan dabû wan çîrokên xwe nivîsandin.
 
Herî dawî jî seta pirtûkên zarokan weke diyarî dan şagirtên tev li kargehê bûn û kargeh bi dawî bû.