Weqfa Mezopotamyayê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ li dar xist
- çand û huner
- 18:09 05/10/2019
Weqfa Mezopotamyayê panela “Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî” li dar xist. Prof. Dr. Şukriye Resûl got, lazim e kurd di xeta kurdan de yekîtiya xwe ava bikin. Prof. Dr. Celîlê Celîl jî da zanîn ku li Sovyetê hemû xebatên ziman, çand û folklora kurdan bi awayek fermî dihat nasîn.