MED-DER'ê li Amedê sersal pîroz kir
- çand û huner
- 15:31 13/1/2019
Li Amedê MED-DER’ê û Mala Hunerê ya Laleşê şahiya sersalê li dar xistin û belgeyên kursa zimanê kurmancî dan xwendekaran
Li Amedê MED-DER’ê û Mala Hunerê ya Laleşê şahiya sersalê li dar xistin û belgeyên kursa zimanê kurmancî dan xwendekaran
Hunermend Mem Ararat bi serê salê re li ser kanala xwe ya YouTube klîbên stranên çêkiriye ji hefteyê carek parve dike. Ararat heta niha klîbên stranên “Giresîra”, “Evîn” û “Xaçerêk” parve kiriye. Ev stran di bin navê albûma “Niştîman” de hatine berhevkirin.
Rênas Jiyan li Êlihê bi xwîneran re li ser wêje û zimanê kurdî gotûbêj kir. Jiyan di gotûbêja xwe de bal kişand ser hesasiyeta civakê ya ji bo wêje û ziman û got: “Ez wek kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be.”
Mala Hunerê ya Laleşê û MED-DER dê sibê li Amedê bi bernameyeke xurt sersalê pîroz bikin. MED-DER dê di bernameyê de belgeyên kursên şagirtan ên dawiya salê bidin wan.
Weşanxaneya Avayê ku tev li Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bû, xwîner vexwandin standa xwe. Nivîskarê Weşanxaneya Avayê Ronî War, destnîşan kir ku du sal in xwînerên kurdî kêm bûne û bang li gelê kurd kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.
Li navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke 12 hezar salî, ji ber Bendava Ilisûyê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin.
Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 6’emîn a dosyeya rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî derket û gihîşt ber destê xwîneran.
Mehmet Erbey bi stand-upa xwe ya "Qirdik wê li Stenbolê temaşekerên xwe bi Kurdî bikenîne. Çalakiya ku ji alî Chalak Eventsê tê çêkirin, wê du rojan li ŞA Performansê pêk were.
Bernameya meha Çile ya Şa Performans ku weki dikek alternatif hat avakirin, diyar bû. Şa Ferformans dê di çile de belgefîlm, şano û konser jî di navde gelek bername û çalakiyan pêk bîne.
Helbestvan Hicrî Îzgoren di gotûbêja xwe ya li Amedê de destnîşan kir ku ya helbestê dide nivîsandin êş û derd û li Tirkiyeyê mirov xwedî gelek derda ne.
Hunermend Mehmet Atli yê bi deng û stranên xwe yê xweş tê nasîn li Mordem Hunerê konser li dar xist û şevê bi stranên kurmancî û kirmanckî geş kir.
Şanoya Mencelê bernameya xwe ya meha Çile daxuyand. Wê di meha Çile de bi navê “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” du lîstik nû derkeve pêşberî şanohezan.
Rojnameya Newaya Jin a mehane, di hejmara Çileyê ya de bal kişand ser siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û bi manşata 'Edalet hîna di taritiyê deye' der ket.
Koma Lawje ya ku berhavkariya stranên herêma Colemêrgê dike, dê di meha Çile de li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikê û konseran li dar bixe.
Ji lîstîkvanê Teatra Jiyana Nû ya di bin banê NÇM’ê de Cîhad Ekîncî diyar kir ku ew ê di sala 2019’an de li her deverê ku temaşevanên wan hene derkevin ser dike û li pêşberî temaşevanan bin.