Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
- çand û huner
- 09:25 02/2/2019
Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” da pêşandan û lîstikê diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” da pêşandan û lîstikê diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû. Şano dê vê mehê yek jê lîstika zarokan bi giştî 6 lîsbtikên cuda pêşkêş bike.
Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû yên bi navê “Mağaradaki İz (Şopa li Şikeftê)", "Zirgewre", "Malzaroka Jîndar" û "Çîçeka Jiyana Min" çap kir.
Bernameya meha sibatê ya Şa Performansê aşkere bû. Bernameyek têr û tije li benda hunerhez û wêjehezan e.
Komeleya Mala Hunerê ya Degîrmenê, ligel xebatên xwe yên atolyeyên erbane, gîtar, tembûr, ney û bilûrê, plansaziya çalakiyên cuda jî dike.
Helbestên Mîkaêlê Reşîd cara yekem bi herfên latînî wekî pirtûk çap bûn. Pirtûka ku ji weşanxaneya Belkî bi amadekarîya Îbrahîm Bulak derçû, pirtûkên Mîkaêlê Reşîd We´de, Pencere û Mitale dihewîne.
Li Navenda Çandê ya Sokakê ku 4 sal berê li Taxa Gaziyê hat avakirin, atolyeyên wê yên ji bo erbane, tembûr, gîtar, flut, govend, şanoyê didomin. Navendê got deriyê wan ji herkesî re vekiriye.
Yek ji şûnwarên axa Mezopotamyayê yên ewilîn Şikeftên Hesûnê ye. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikişîne. Şikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibe hiştin jî lê çar demsal mirov diçin ziyaretê.
Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û "Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, xwest zext û zoriyên li ser şanoya kurdî bên rakirin û got: "Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî bi xweşikî nikare bê pêşandan. Dema me dik dixwest û me digot şano bi kurdî ye dik nedidan me."
Koma LaWje piştî konsertên li Mêrdîn û Amedê li Êlihê jî konser li dar xist û welatiyan li ber stranên herêma Colemêrgê kêfxweş kir.
Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek bêhempa li dar xist û şevê li bi newayên stranên Colemêrgê şên kir. LaWje strana “Yar Herê Leylê” diyarî Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir.
Li Navenda Çandê ya Serhedê, li atolyeyên hatin vekirin dersên wêne, tembûr, piyano, gîtar, erbane, bilûr û kemanê tên dayîn.
Ji aliyê hikumetê ve “Qanûna Têkildarî Çêkirina Guhertina Destekkirin, Beşkirin û Nirxandina Fîlmên Sînemayê” ji Meclîsê derbas bû û kirin qanûn. Li gorî sererastkirina nû komîsyona dê ji 8 kesan pêk were û beriya fîlmên sînemayê bên pêşandan dê bên nirxandin û dabeşkirin.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê hat kirin, klît li deriyê Warê Dîrokî Dara xist û deriyê wê li ziyaretan girt.
Koma Xwendinê û Helbestê yên Amedê ji bo sersalê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de behsa kevnşeopiya sersalê hat kirin. Lîstikên kurdî hatin pêşandan, govend hat gerandin û helbest hatin xwendin.