Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê kir
- çand û huner
- 09:37 07/3/2019
Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê bi pêşandana fîlmê Bîr dest pê kir. Fîlm çîroka 4 jê biçûk 7 welatiyên bi darê zorê di 1995'an de li Navçeya Kerboranê hatin windakirin vedibêje. Piştî pêşandana fîlm Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: "Di van rojan de yên welat birêve dibin dibêjin Kurdistan tune ye. Kurdistan ev e me di vî fîlm de dît."