‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin
- çand û huner
- 12:02 07/12/2018
Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronakê “Pêşbirka Xwendina” edebiyata kurdî li dar dixe. Serlêdanên pêşbirkê dest pê kirin. Pêşbirk dê di 20’ê kanûnê de dest pê bike. Endamê Însiyatîfê Bîlal Xerzî got armanca wan geşkirina xebatên edebiyat, ziman û dîrokî kurdî ye û dixwazin xwendina kurdî bi pêş ve bibin.